Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK ji ber çi dor li qadên gerîla digire?

 

EV SAL Û NÎV E, 22 CARAN HÊZ ŞAND QADÊN GERÎLA
PDK JI BER ÇI DOR LI QADÊN GERÎLA DIGIRE?

Li Başûrê Kurdistanê ji ber gendelî, nebûna xizmetguzariyê û gelek pirsgirêkên din PDK di hedefa nerazîbûnan de ye.

Li aliyekî ev pirsgirêk hene, li aliyekî jî livûtevgera çeteyên DAIŞ’ê li herêmên di bin kontrola wê de zêde bûye.

Bi taybetî jî li Mexmûrê û dora wê rayedarên YNK’ê bixwe gotin, ka çawa hêzên PDK’ê çavên xwe li hebûna çeteyên DAIŞ’ê digirin.

Ew jî mirovan direvînin, dikujin û êrişî gundan dikin.

PDK’a li dijî DAIŞ’ê ti hêza xwe naxe tevgerê, ev sal û nîv e, 22 caran tevî çekên giran, wesaîtên zirxî û kar, hêzeke zêde dişîne qadên gerîla.

Heta niha ji ber êrişên wê û vê livûtevgera wê şehadeta 19 gerîlayên HPG’ê hatiye ragihandin.

Helbet şehadeta gelek gerîlayên bi îstîxbarata PARASTIN’ê dayî dewleta Tirk ne têde.

Rojnewsê roj bi roj ev livûvtegera xeternak a PDK’ê berhev kir û weşand.

18’ê Adara 2020’an PDK’ê hêza xwe şand Zînî Wertê.

15’ê Nîsana 2020’an 3 gerîlayên bi vê hêzê re hevdîtin kirin û daxwaza vekişînê ji PDK’ê kirin, bûn hedefa êrişa dewleta TIrk.

Êriş li ber çavê hêzên PDK’ê pêk hat û her sê gerîlayên ji Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûn.

Ji 25 heta 30’ê Cotmeha 2020’an PDK’ê hêzeke zêde şand bajarokê Dînartê û Bamernê.

4’ê Mijdara 2020’an PDK’ê hewl da li herêma Behdînan êrişî hêzên gerîla bike.

Piştî wê bi rojekê PDK’ê hêzeke zêde tevî çekên giran li bajarokê Xelîfanê bi cih kir.

25’ê Mijdara 2020’an 56 wesaîtên zirxî, tankg, top û çekên giran di nav de bûn li navbera Çoman û Hecî Umranê bi cih kirin.

Ev livûtevgera PDK’ê heta dawiya sala 2020’an li dora qadên gerîla dewam kir.

13’ê Kanûna 2020’an li gundê Sêgirê yê navçeya Amêdiyê PDK’ê êrişî gerîlayan kir û 3 gerîla birîndar bûn.

Piştî ku dewleta Tirk 23’yê Nîsana 2021’ê dest bi êrişên li dijî heêrmên parastina medya kir, PDK’ê jî livûvtegera xwe zêde kir.

5’ê Hezîranê li Metîna bi hêzeke zêde tevî çekên giran PDK’ê êrişî gerîlayan kir.

26’ê Tîrmehê 3 gerîlayên ku ji qadekê derbasî qadeke din dibûn, PDK’ê li gundê Bêxme yê Xelîfanê kemîn danî pêşiya wan.

HPG’ê ragihand, ku li dijî her sê gerîlayan êriş pêk hatiye û şehîd hene.

29’ê Tebaxê li herman herêmê an go li Xelîfanê, PDK’ê vê carê kemîn danî pêşiya 7 gerîlayan.

Êrişa hêzên PDK’ê bi çekên giran li ser gerîlayan 4 saetan dewam kir.

Li girê Zendûra yê Metîna 6 gerîlayên 50 rojî berxwedaneke mezin kirin, ji ber tevgera PDK’ê ya li Metîna neçar man pozîsyona xwe biguherînin.

Her 6 gerîla ji 10 heta 12’ê Hezîranê bi dewleta Tirk a dagirker re ketin şerekî giran û şehîd bûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv