Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK hêzeke taybet li gel çekên giran sewqê herêma Garê kir 25.10.2020

AKRÊ

PDK hêzeke taybet a bi navê Gulan ku yekser girêdayî Mesrûr Barzaniye, li gel çekên giran sewqê herêma Garê kir. Li gorî çavkaniyên herêmî PDK li herêmên gerîla dixwaze bicih bibe û bi çêkirina çeper û baregehên nû bingehê provakasyoneke nû diavêje.

Piştî Zînî Wertê PDK vê carê li herêma Garê li pey provaksyoneke nûye. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatiye girtin PDK ji duh ve hêzeke bi navê Gulan ku girêdayî Mesrûr Barzan’î ye sewqê bajaroka Dînartê û deşta Nehlê ya girêdayî navçeya Akrê ya Dihok’ê ye, dike. Her wiha hate îddîa kirin PDK’ê pêşmergeyên Roj jî li gel hêza taybet a Gulan birine herêmê.

Çavkanî diyar kirin hêza Gulan yekser girêdayî Mesrûr Barzaniye û ji ber pêşmerge nexwestine derbasê herêmên dibin kontrola gerîla de bibin, Barzanî hêzeke leşkerî ya taybet şandiye herêmê.

Li gorî çavkaniyên herêmî gelek wesayîtên leşkerî yên bê plaka, çekên giran, wesayîtên taybet ên sivîl derbasê herêmê bûne û li gundên Melkê, Dosteka, Gîsê, girê Dînartê, girê Mezrînganê, girê Navxoş, girê Difrî, Mamişmiş, gundên Asûriyan yên dikeve herêma eşîreta Zêbariyan dest bi çêkirina çeper û kozikan kirine.

Di dîmen de jî diyar dibe hêzeke zêde sewqê herêmê hatiye kirin.

Bajaroka Dînartê û deşta Nehlê weke îdarî ser bi navçeya Akrê ya girêdayî parêzgeha Dihok’ê ye. Lê weke herêm dikeve nêzî çiyayê Garê ku weke herêma gerîla jî tê nasîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv