Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK dixwaze eşîrên li herêmê tevlî êrişên dagirkeriyê bike

 

HEVKARIYA PDK’Ê YA BI DEWLETA TIRK RE
PDK DIXWAZE EŞÎRÊN LI HERÊMÊ TEVLI ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ BIKE

Dagirkeriya tirk ji 23’yê nîsanê vir ve ye li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi şerekî mezin kiriye.

Şer bi taybetî jî li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

Lê dagirker li berxwedana gerîla qelibîne û li gelek deveran tevizîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê jî bi eşkerekirina bîlançoyên rojane vê rastiyê eşkere dike.

Dagirkeriya tirk a di şerê xwe yê qirêj de xitimiye ji Sûriye û Lîbyayê çetetên xwe jî anîne û daxilî şer kiriye.

Heta ji gundên ser sînorên bakur cerdevan jî anîne.

Li gel teknîk û çekên qedexe û van çeteyan jî nikare encamê bidest bixe.

Di demeke wiha de PDK bi manevrayên xwe hewl dide dagirkeriya tirk ji vê rewşê rizgar bike.

Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê manevrayên PDK’ê ya dorgirtina li gerîla weke ji pişt ve xencerkirina berxwedanê pênase kirin.

Heta li gorî agahiyan çeteyên ji Sûriye û Lîbyayê hatine anîn li baregehên ku di van demên dawîn de PDK’ê vekirine, hatine bixihkirin û ji wir êrişî gerîla dikin.

PDK’ê herî dawî li metîna bi hêzên Gulan û Zêrewanî xwest ji bo dagirkeriya tirk noqteyên nû bigre.

Lê ev pîlana wan jî bi saya feraseta gerîla a bi himmet hat pûçkirin.

Niha PDK’a ku di hevkariya xwe ya bi dagirkeriya tirk re tenê maye serî li pîlaneke din a qirêjî dide.

PDK dixwaze li kêleka xwe eşêrên li herêma Barzanê ne, bixe şerê li dijî gerîla.

Bi vê yekê jî dixwaze nîşan bide ku xelkê herêmê gerîla naxwaze.

Ji bo vê pîlanê bixe dewrê beriya bi çendekî bi serekên eşîrên Rêkanî û Zêbarê re li mintiqa Barzan civînek çêkiriye.

PDK’ê ji eşîran xwestiye li kêleka dagirkeriya tirk di şerî li dijî gerîla de cih bigirin.

Di civîna navborî de serekên eşîran daxwaza PDK’ê red kirine.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin PDK’ê ji bo vî karê qirêjî û bixwîn pere teklîfî serekeşîran kiriye.

Lê li gel hemû zextên PDK’ê jî serekeşîran teklîf hemû red kirine û destnîşan kirine ku wê tu ciwanekî Rêkanî û Zêbarî tevlî şerê birakujiyê nebe û li tenişt dagirkeriya tirk cih negre.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv