Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘PDK deriyê Sêmalkayê timî weke amûreke şantajê bi kar anî’

 

Hesen Koçer diyar kir ku PDK’ê deriyê Sêmalkayê her tim weke amûreke şantajê bi kar anî û got, “Hûn nikarin îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vî rengî bişikînin. Em ê pêwîstiyên xwe bi her awayî peyda bikin.”

Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer nerazîbûn nîşanî PDK’ê da ku deriyê sînor ê Sêmalkayê girt. Koçer destnîşan kir ku girtina deriyê sînor rewşeke însanî nîne, biryareke siyasî ye.

Koçer bi bîr xist ku PDK’ê bi ti awayî bersiv nedaye xelkê ku li Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyan çalakiyê dike û got, “Cenazeyên zarokên malbatên me yên di berxwedana dijî dewleta Tirk de şehîd bûn di destê PDK’ê de ne. Cenazeyên gerîlayên ku ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve şehîd hatin xistin, radestî malbatên wan nayên kirin. Ev yek li nava malbatên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû sedema aciziyeke mezin. Bêguman malbatan wê nerazîbûn nîşanî vê yekê bidan. Nêzîkatiyeke wiha ya PDK’ê ne ya qebûlkirinê ye.

PDK BI RENGEKÎ DIJMINANE NÊZÎ ŞOREŞA ROJAVA BÛ

Ya rast, nêzîkatiya PDK’ê ya li şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê timî bi vî rengî bû. Ji destpêkê ve bi rengekî baş nêzî Rojava nebû. Her tim bi çavê dijminekî lê nihêrî. Ne weke gelekî ku şoreşa xwe pêk aniye û daxwaza maf û azadiya xwe dike, lê belê mîna ku dijminê PDK’ê ye nêzîk bûn.

PDK’ê deriyê Sêmalkayê her tim weke amûrek ji şantaj û gefxwarinê li dijî gelê Rojava bi kar anî. Jê heye ku bi vî rengî wê karibe îradeya gel bişikîne, lê belê xwe dixapîne.

Ya rast divê derî weke amûreke siyasî neyê bikaranîn. Ji ber ku derî meseleyeke mirovî ye. Bikaranîna wan weke amûreke şantaj û gefxwarinê rast nîne.”

HIKUMETA ŞAMÊ JÎ HEMAN ROJÊ GIRT

Hesen bi bîr xist ku roja PDK’ê deriyên sînor girt, hikumeta Şamê jî derî girtin û bi dewamî got, “Heman rojê rejîmê jî deriyên Minbic û Tebqayê girt. Armanc ji vê yekê ew e ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dorpêç bike û îradeya wan bişikîne. Ambargoya li ser çiqasî kûr bike, ji wan heye ku wê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewqasî jî bêzar bike. Lê belê divê vê yekê bêjim; Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa xwe pêk aniye û wê dest ji vê bernede. Em ê dest ji şoreşa xwe bernedin. Belê dibe ku hin zor û zehmetî çêbibe, lê belê wê nikaribin îradeya me bişikînin.

Girtina deriyên sînor zexteke siyasî ye. Ti eleqeya vê yekê bi rewşa însanî tune ye. Bila PDK cenazeyên malbatan bide. Gel cenazeyên xwe dixwaze û eger tu nede bêguman wê aciz bibe. Malbat bi kêfa dilê xwe neçûne wê derê. Girtina deriyê sînor rast nîne. Niha di çapemeniya xwe de propagandayê dikin. Mîna ku li bazarê xurekên sereke nema ye propagandayê dikin. Lê belê te ev derî girt û eger tiştekî bi vî rengî hebe sedem jî tu ye. Sedem gelê li wir nîne. Tu cenazeyan bide gel wê ji xwe biçe. Ji aliyê hiqûqî ve mafê xwe ye ku cenazeyan bixwze. Di şer de ev yek maveke. Bi rojane malbat li wê derê ne û cenazeyên xwe dixwazin lê belê PDK nade. Ev yek welatparêzî nîne. Neteweyîtî jî nîne.

Li şûna ku tu piştgiriyê bide gelekî ku şoreş kiriye, tu deriyan li ser digire. Wê demê tu siyaseta dewleta Tirk dimeşîne. Tiştên ku PDK dike gelekî bi xweşiya dewleta Tirk diçe, bi kêrî wan tê. Dewleta Tirk jî ji xwe heman siyasetê dimeşîne. Bi vî rengî dixwaze îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişikîne. Ev yek pêkanînên wan ên şerê taybet e. Bêguman ev jî xizmetê ji dewleta Tirk re dike. PDK di vê siyasetê de çiqasî israr bike wê ewqasî jî bi xweşiya dewleta Tirk biçe. Lê belê vê yekê bi rengekî eşkere dibêjim ku hûn nikarin îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişikînin. Em ê bi her awayî pêwîstiyên xwe peyda bikin. Banga min li gelê me ew e ku baweriya xwe bi propagandayên wan neyne. Divê gelê me li hemberî vê siyaseta wan hişyar be û nerazîbûna xwe nîşan bide.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv