Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK bi maşîneyên kar rêya leşkerî li Girê Çarçel ê Metînayê çêdike

 

DORGIRTINA LI QADÊN GERÎLA JI ALIYÊ PDK’Ê VE
PDK BI MAŞÎNÊYÊN KAR RÊYA LEŞKERÎ LI GIRÊ ÇARÇEL Ê METÎNAYÊ ÇÊ DIKE

Ev dîmenê li ser ekranên we ji Başûrê Kurdistanê hat şandin.

Rêya tê çêkirin, ne ji bo xizmetguzariya gundan an jî xelkê herêmê ye.

Ev rê bi armanca leşkerî tê çêkirin.

Girê Çarçel ê herêma Metîna ye.

Ne diyar e, ka kengî ev dîmen hatiye qeydkirin.

Ev jî dîmenekî din ê tarîx û cihê wî diyar in.

Ew ji heman qadê an go Girê Çarçel ê Metînayê nîşan dide û 5’ê Hezîrana 2021’ê hatiye qeydkirin.

Ji vî dîmenî 5ê Hezîranê diyar dibe, ku dîmenê bêtarîx jî têkildarî çêkirina rêya leşkerî ya li heman girî ye û nû ye.

5’ê Hezîranê hêzên PDK’ê li dijî vê qadê, an go Girê Çarçel dest bi operasyonekê kirin.

Û êrişî hêzên gerîla kirin.

Ji wê rojê ve PDK li vê qadê bi cih bûye û dem bi dem êrişî gerîla dike.

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihandibû, ku ev tevgereke operasyonel e.

Bi van dîmenên hûn dibînin, agahiya HPG’ê dayî piştrast dibe.

Piştî van dîmenan ev pirs li benda bersivê ne?

Çima PDK ihtiyacî pê dibîne, ku rêyeke leşkerî çêke û girekî ji holê rake?

Xelkê Başûrê Kurdistanê ji ber nebûna xizmetguzariyê gazinan dike û çalakiyan li dar dixe.

Çawa dibe ewçendî zêde maşînên kar ji bo çêkirina rêyeke leşkerî lê ne ji bo xizmeta xelkê tên bikaranîn?

Gelo kî lêçûnên çêkirina vê rêyê dide, û kê fermana çêkirina rê daye?

Armanc ji çêkirina vê rêya leşkerî çi ye?

Helbet dema mirov pê dakeve pirs zêdetir dibin.

Muxataba van pirsan jî PDK ye.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv