Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK amadekariya şerê li dijî gelê Kurd dike

 

PDK AMADEKARIYA ŞERÊ LI DIJÎ GELÊ KURD DIKE
PDK DIXWAZE HÊZÊN XWE BIŞÎNE QADA RÊNCBIRAXA YA ZAPÊ

Çavkaniyên herêmê ragihandin, ku PDK li dijî qadên gerîla yên li herêma Zapê amadekariyeke berfireh a êrişê û şer dike.

Hat ragihandin, ku hêzên Zêrewanî û Gulan ên bi ser Mesrûr Barzanî ve sewqî herêma Zapê were kirin.

Li gorî agahiyan, PDKê berê hêzên xwe daye qadên Rêncbiraxa, Sîda, Saca û Çemço.

Hêjayî bi bîr xistinê ye, ku gerîlayên HPG û YJA-Starê li vê derê li dijî dagirkeriya Tirk di şerekî giran de ne.

Çavkaniyan ragihandin, ku cihên PDK’ê hêzên xwe şandinê bi temamî qadên gerîla ne û dibin parastina wan dene.

Ger tevgerek wiha li hemberî gerîla û qadên parastinê pêk were wê ji bo tevahî kurdan xeteriyek mezin bi xwe re bîne.

Lewra li van qadan nêzî 40 sale tenê gerîla heye û li gorî şîrovekara wê ev gava PDK bibe sedema şerekî di navbera Kurdan de.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv