Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Partiya EMEK: Em amade ne di tifaq û têkoşîna hevpar de cîh bigirin

 

XEBATÊN HDP’Ê YÊN JI BO TIFAQA RÊYA 3’YEMÎN
PARTIYA EMEK: “EM AMADE NE DI TIFAQ TEKOŞÎNA HEVPAR DE CÎH BIGIRIN”

Partiyên cepgir ku hefteya borî li Enqerê tevlî civîna HDPê bûn, derherê hevkarî û tifaqê de helwesta xwe zelal kirin.

Ji Nûnerên EMEKê Selma Gurkan wiha axivî:

Em dixwazin civînên bi vî rengî tim dewam bikin. Emê bi hev re li zemînên tekoşîna hevbeş bigerin. Em vê yekitiyê tenê weke tifaqa ji bo hilbiajrtinanHDP-Tifaq nabînin, ev yekitiya ji bo tekoşîneke hevbeş e.

Em alîgirin ku doza kurdî bi rêyên demokratik were çareser kirin, li Tirkiyê wekheviya jin û mêr, azadiya ol, azadiya fikir û raman pêk were. Rejima Îro bi rêya qayumên xwe îradeya gel desteser kiriye. Em dixwazin hemû wezîfedarên dadgerî û dewletê tev ji aliyê gel ve werin hilbijartin û dewlet ji îradeya gel re rêz bigire.”

Partiya Kedê EMEKê da xuya kirin ewê bi rêya tekoşîna hevbeş ya bi HDPê re bervi demokratikbûnê ve bimeşin.

XEBATÊN HDP’Ê YÊN JI BO TIFAQA RÊYA 3’YEMÎN
DR. NESRÎN NAS: “EV RTIFAQ DIKARE QEDERA TIRKIYÊ BIGUHERÎNE”

Ji siyasetmedarên tirk ekonomist Nesrin Nas jî da xuya kirin ev tifaqa bi pêşengiya HDPê dikare qedera Tirkiyê biguherîne û wiha axivî:

Civina HDPê ya bi 8 partiyan re heyecan da me. Tirkiye ji her alî ve xitimi ye. Ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî pêdivî bi rêyeke 3yemin heye. Ev hewldana HDPê dikare bibe nexşerêya berbi demokrsiyê ve.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv