Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parlementerên Iraqê: Piraniya êrişên dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê pêk tên

Sûcên Tirkiyê: kampên koçberan jî jê nehatin parastin

MIHEMED EL-CEBÛR

Artêşa Tirk gelek sucên şer û mirovahiyê li başûrê Kurdistanê didomîne. Diyare siyaseta Erdogan a çavbirçîbûnê tiştekî nahêle, heta kampên koçberan jî li hemberî van êrîşan rû bi rû dimînin.

Endamê Komîteya Mafên Mirovan a Parlemantera Îraqê Ehmed El-Kînanî di axaftineke xwe ya bi Rojnews’ê re got ku Tirkiye îdîa dike ku metirsî li ser ewlehiya netewî ya wê heye, lê gelo armanc ji êrîşa li dijî kampên koçberan çi ye?

Ehmed El-Kînanî

El-Kînanî di berdewama axaftina xwe de got ku sûcên ku Tirkiye berdewam dike êdî dikeve qonaxeke metirsîdar û divê li hemberî vê siyaseta Enqereyê were rawestandin, ji ber vê yekê divê hikûmeta Îraqê dosya destwerdana Tirkiyê û hovîtiya wê li Başûrê Kurdistanê bi awayekî cidî bigre dest.

El-Kînanî wiha li axaftina xwe zêde kir: “Endamên Komîseriya Mafên Mirovan bi tundî van êrîşên leşkerî yên Tirkiyê şermezar dikin ku bûne sedema kuştina welatiyên sivîl. Em bang li wezareta karûbarên derve ya Îraqê dikin ku daxwaznameyeke şermezariyê radestî Konseya Ewlehî ya Navnetewî bike”.

Di 5’ê vê Hezîranê de, balefirên dagirkeriya Tirk yên bê pilot, êrîşî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî kir.

Nerazîbûn û şermezariyên li hemberî van êrîşên Tirkiyê li gelek deverên Îraqê zêde dibin, lê tişta balkêş ew e ku wezareta karên derve ya Îraqê heta niha li hemberî van sucên Tirkiyê bê deng e.

Wezîrê Karê Derve yê Îraqê Fûad Hisên heta niha ti helwestek derbarê destdirêjiyên Tirkiyê de nîşan nedaye, ev bêdengî jî rastî rexneyên gel hatin.

Hiqûqnas Hesen El-Nasir paşveçûna helwesta Fûad Hisên a derbarê destwerdana Tirkiyê de şîrove kir û ji Rojnews’ê re got: “Fûad Hisên namzetê Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ye û di hevkariya xwe ya bi Tirkiyê re navdare. Piraniya êrîşên terorîst ên ku Tirkiyê pêk tîne, bê guman nîşanên hevkariya PDK’ê têde hene”.

Parlemantera Îraqê û Endama Komîteya Mafên Mirovan a Parlemanê Fatme El-Mûsewî jî da zanîn “Tirkiye sûcên dijmirovî derheqa gelê Kurd de dike û herdu hikûmetên Bexdad û Hewlêrê li hemberî van sûca bêdengin. Di rûniştinên parlemanê yên dema pêş de wê li ser sûcên şer ku Tirkiyê dide meşandin û kampên koçberan hedef digre, wê bêne nîqaş kirin.”

Fatme El-Mûsew

Dîrok û encama êrişên dewleta Tirk ên li ser wargeha penaberan a Mexmûrê:

6’ê Kanûna 2017’an balafirên şer ên artêşa Tirk Wargeha Mexmûrê bombebaran kir û di êrîşê de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd bibûn.

13’ê Kanûna 2018’an balafirên şer ên Tirk bombe li penaberên Mexmûrê barandin û sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bibûn.

Roja 18’ê Tîrmeha 2019’an carek din balefirên Tirk bombe li wargehê barandin û di encamê de du şêniyên wargehê birîndar bûn.

Roja 15’ê Nîsana 2020’an jî balefira bê pîlot a Tirk bombe li şêniyên wargehê barand û di encamê de sê jinên ciwan ên wargehê şehîd bûn.

Di 15’ê Hezîrana 2020’an de jî balefirên artêşa Tirk derdora wargeha Mexmûrê, Çiyayê Qereçox û devera Miştenur a dikeve tenişta kampê bi dijwarî bombebaran kir. Lê ti ziyanek canî çênebû.

Herî dawî duh (5 Hezîran 2021)  balefira keşfê ya bi çek a dewleta Tirk bombe li wargehê barand, lê ti ziyanên canî bi xwere ne anî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv