Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parlementerê Fransî bi Heyetekê Çû Serdana Meclîsa Kurd

 

 

Parlamenterê Fransî Fabien Roussel ji bo bîranina hersî jinên şorşger yên kurd bi heyetekê çû serdana Meclisa Kurd ya Parîs û pişgiriya xwe nîşan da.

Fabirn Roussl ku di heman demê de Sekreterê partiya kominst ya Fransa ye ji hikûmeta welatê xwe xwest dosya cînayeta Parisê bi temamî eşkere bike da ku bi vî awayî hem kesên fermana vê komkujiyê dane hem jî şirîgên wan baştir derkevin holê.

PARLEMENTERÊ FRANSÎ BI HEYETEKÊ ÇÛ SERDANA MECLÎSA KURD
ROUSSEL: DIVÊ FRANSA TEDBÎRA LI SER DOSYÊ RAKE Û CÎNAYETÊ RONÎ BIKE

Parlamenterê Fransî û Sekreterê partiya kominst ya Fransa Fabien Roussel îro bi heyetekê çû serdana Meclisa Kurd ya Parîs û pişgiriya xwe nîşanî kurdan da.

Roussel got Ji bo biranina hersê militanen kurd yên jin ku li ser xaka Fransayê hatin qetil kirin, ji bo me partiya komunist gelek giring bû ku em werin hevkariya xwe nişanî gelê Kurd bidin.

Fabien Roussel wiha axvi:

“Ev cinayeteke siyasî ye li hemberî jinê pêk hatiye. Divê bi awayeke acil edalet û huquq pêk were. Ji dema ku qatil miriye vir ve, edaleta Fransayê tedbîr danî ser dosyayê û rastiyan ji raya giştî vedişûre. Lewma gelek zehmete mirov şirîgên van kujeran peyda bike.”

Roussel da xuyakirin li beramberî gelê Kurd û malbatên van jinên kurd wezifeya Fransa ye ku biryara tedbirê ji ser vê dosyê rake, edaletê pêk bîne û her aliyên veşartî yên dozê ji raya giştî re eşkere bike û got:

“Miletê kurd ev bi salane bi pêşengiya jinan ji bo azadiyê têdikoşe. Li Aliyekî li hemberî dewleta trik li aliyê din li hemberî DAIŞê ji bo jiyaneke bi rûmet di nava cengeke mezin de ye.

Hukumeta Fransa eger di vê dozê de adil tevnegere û vê cinayetê ji her alî ve eşkere neke, divê îstifa bike, hukumea ku wê nû were ewê kesên fermana vê komkujiyê dane û şirîgên wan tesbît bikin û derxin pêşberî dadgehê.

Ji aliyê din ve Parlementerê Fransaî Fabien Roussel ji hukumeta Fransayê xwest zexta xwe ya li hemberî sazî û siyasetmedarên kurdan yên li Fransayê bi dawî bike tam berovajî li ser vî xakê wan biparêze û hevkariya xwe nîşanî doza kurdî bide.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv