Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parlementer Gokkay Akbulut

 

 

 

Dewleta tirk li dijî qadên gerîla gazên jehrî bikartîne.

Parlementera Partiya Çep a Almanya Gokkay Akbulut derbarê sucên şer ên dewleta Tirk dike ji ajansa Hewarê re axivî.

Gokkay Akbulut dibêje dewletên çekên kîmweyî didin dewleta Tirk dibin hevkarên sucên şer.

Rêxistina jinan li Ewrûpa jî li ser çekên kîmweyî yê dewlli dijî bikaranîna gazên Jehrî dosya amadekirin.

DEWLETA TIRK LI DIJÎ QADÊN GERÎLA ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE
ENDAMÊN MECLÎSA VIYAN LI KOLNÊ DOSYA DAN CDU Û PARTIYA KESKAN

Ji 23’ê nîsanê ve li ser herêmên parastinê yên Medyayê êrişeke dijwar heye.

Dewleta Tirk li dijî qadên gerîla çekên kîmweyî bikartîne.

Bi taybetî yên li ber bikaranîna çekên kîmyewî vedike bêdengiya qada navneteweyî ye.

Li dijî bêdengiya raya giştî û sûcên dewleta Tirk, li Ewrûpa xebatek destpêkiriye.

Jin û tevgerên jinan ji vê re pêşengî dikin, bi dosyayên amade dikin dixwazin diplomasiya civakî bikin tevgerê.

Li bajarê Koln ê Elmanya delegasyoneke ku ji 6 endamên meclisa jinan a Viyan pêktê serdanên sazî û dezgehan dikin.

Endamên meclisê dosya amadekirin radestî rayedarên Partiya CDU û Partiya Keskan a li kirin.

Rayedaran jî diyar kirin, wan dosya û agahî girtine, dê bigihînin desteyên pêwist ên nava partiyê.

Delegesyona meclisa jinan a Viyan dê di rojên pêşde, li Kolnê bi nunerên Dîe Lînke,SPD û FDP’ê re bicivin.

PARLEMENTER GOKKAY AKBULUT:
DIVÊ DEWLETA TIRK JI BER ÇEKÊN BI KAR TÎNE WERE DARIZANDIN

Parlementera Partiya Çepgir a Almanya Gokay Akbulut derbarê bikaranîna gazên jehrî û welatên bi dayîna gazên jehrî dibin hevkarê sucên dewleta Tirk ji Ajansa Hewarê re axivî.

Gokay Akbulut diyar kir dewleta Tirk li gorî polîtîkayên şer a natoyê êriş dike û got:

Dewleta Tirk bi mehan e konsepta şerê qirêj xistiye dewrê.

Pêwist e herkes li dijî dewleta Tirk û dewletên dibin hevkarê sucên wê bikevin tevgerê. Ji bo dewleta Tirk were darizandin divên gavên şênber werin avêtin.

Emê êrişên dewleta Tirk bibin komîsyona mafê mirovan, di runiştina pêşî ya parlementoyê de çekên kîmweyî eşkere bikin.

Parlementer Gokkay Akbulut diyar kir, wan bikaranîna çekên kîmyewî ji hikûmeta federal a Almanya pirsîne û got:

Me pirsî bê ka di vê mijarê de kîjan agahî di destê hikumeta federal de hene û çekên kîmyewî yên hatine bikaranîn ji ku derê hatine. Me daxwaz ji Tirkiyê jî kir ku rojek berî rojekê eşkere bike bê ka gazên jehrî ji ku derê standine.

Parlementer Gokkay Akbulut da zanîn divê têkiliyên dewleta Tirk werin lêkolîn kirin û hikûmeta Alman dan û standinên xwe yên bi dewleta Tirk re binirxîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv