Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parlamentera Iraqê Yûsra Receb li Şengalê hevdîtinên xwe didomîne 09.04.2021

 

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ
PARLEMENTERA IRAQÊ YÛSRA RECEB LI ŞENGALÊ HEVDÎTINÊN XWE DIDOMÎNE

Parlementera Iraqê Yûsra Receb û şandeya pê re li Şengalê hevdîtinên xwe didomînin.

Herî dawî civînek bi rûspiyên eşîrên Şengalê re lidar xistin.

Piştî civînê daxuyanek li ber konê berxwedanê yê ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzîdxanê hat dayîn.

PARLEMENTERA IRAQÊ YÛSRA RECEB LI ŞENGALÊ HEVDÎTINÊN XWE DIDOMÎNE
“PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ FERMANEKE NÛ LI DIJÎ ÊZÎDIYAN E”

Pêşî parlementer Yûsra Receb axivî û bal kişand ser qanûna ku li ser Waliyê Mûsilê ferz dike ku alîkarî û piştgiriyê bide kesên ji şer û êrişên DAIŞ’ê zirar dîtine.

Yûsif Recep diyar kir, ku wan bi nivîseke fermî daxwaz ji waliyê Mûsîlê kiriye, ku vê qanûnê bi cih bîne.

Parlementera Iraqê li ser peymana 9’ê Cotmehê ya bêyî Şengaliyan hatî mohrkirin jî got, bi hêza zarokên vî gelî Şengal ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin û nabe ku ev peyman were qebûlkirin.

Û destnîşan kir, ku her peymaneke bêyî Şengaliyan were mohkirin, fermaneke nû ya li dijî Êzîdiyan e.

Doza Şengalê doza hemû welatiyên bi rûmet ên Iraqê ye. Ev ne tenê doza Êzîdiyan e.

Li gorî Destûra Bingehîn Xweserî mafê Şengalê ye.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ
HISÊN HECÎ: EM TI CARÎ DEST JI MAFÊN XWE YÊN DESTÛRÎ BERNADIN

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Şengalê Hisên Hecî jî axivî û ji ber piştgiriya wan, malavahî li Yûsra Receb û şandeya pê re kir.

Û wiha got:

Êdî bese ji piştguhkirina mafên Êzîdiyan re, bese ji zextên derve û peymanên siyasî re, ji bo hemû hesabên li ser xwîna zarokên Şengalê tên kirin êdî bes e!

Em ê li ber xwe bidin û ti carî dest ji mafên xwe yên destûrî bernadin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv