Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît: Heta tecrîd bidome kes nikare behsa edaletê bike 04.03.2021

 

PARLAMENTERA HDP’Ê GULISTAN KILIÇ KOÇYÎGÎT:
HETA TECRÎD BIDOME KES NIKARE BEHSA EDALETÊ BIKE

Siyaseta demokratîk û derdorên xwedî wijdan hemfikir in ku tecrîd bandorê li qadên din ên jiyanê jî dike, bo nimûne qada edaletê.

Belkî herî zêde jî hebûna tecrîdê edaletê ji holê radike.

HDP beriya demekê dest bi kampanya “Destpêkê Edalet’ kir.

Yek ji qadên têkoşîna vê kampanyayê jî bidawîanîna tecrîdê ye.

Endama Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê û Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, tecrîda li Îmraliyê û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan nirxandin.

Koçyîgît diyar kir ku daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê meşrû ye û divê were qebûlkirin:

Ew dixwazin sîstemeke layîqî rûmeta mirovahiyê were avakirin.

Koçyşgît îşaret bi wê yekê kir ku girtî cezayê li wan hatiye birîn temam jî dikin, bi hinceta ku ne poşman in û dilsozê doza xwe ne, nayên berdan.

Der barê tecrîdê de parlamantera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît got:

Bêedaletî bandorê li hemû qadan dike, herî zêde jî li Îmraliyê.

Li birêz Ocalan dixwaze pirgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin.

Ji ber wê jî heta tecrîd bidome kes nikare qala edaletê bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv