Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parêzerên Denîz Poyraz

 

17’ê Hezîranê li dijî avahiya HDP’a Izmîrê êrişek pêk hat.
Çeteyê dewleta Tirk ê bi navê Onur Gencer Denîz Poyraz di vê êrişê de qetil kir.
Parêzerên malbata Denîz Poyraz têkildarî êrişê civîneke çapemeniyê li darxistin.
Parêzeran diyar kirin, ku Onur Gencer beriya êriş bike, 27 caran bi polîsan re axivî ye.

PARÊZERÊN DENÎZ POYRAZ DER BARÊ DOZÊ DE DAXUYANÎ DAN
“ONUR GENCER BERIYA ÊRIŞÊ 27 CARAN BI POLÎSAN RE AXIVIYE”

Li Izmîrê têkildarî Deniz Poyraz ku 17’ê Hezîranê li avahiya HDP’a Izmîrê ji aliyê Onur Gencer ve hat kuştin, parêzerên dozê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Komîsyona Huqûqê ya HDP’ê, endamên Komeleya Huqûqnasên Ji bo Azadiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Parêzer Turkan Aslan Agaç derbarê dozê de axivî û got:

Bajarê 3. ê Tirkiyê, li dijî partiya 3. a mezin êrişek pêk hat.

Lê polîs piştî demeke dirêj diçin cihê bûyerê.

Piştî ku polîs kujer Onur Gencer dikin binçavan çentê pê re jê dipistin.

Lê tiştên ku di nava çente de ne di girtekan de nehatiye nivîsandin.

Dema ev kes di bin çavan de bû parvekirinên wî yên medya dîjîtal hatin jêbirin.

Heta niha ne diyare ka kî ev parvekirin jê birine û me jî lêkolînkirina wê xwest.

Lê heya niha jî dozgeriyê ti bersiv ne daye me.

Ev jî nîşan dide, ku gelek delîl hatine windakirin.

Parêzer Tûrkan diyar kir, ku beriya Onur Gencer êrişî avahiya HDP’ê bike û Deniz Poyraz qetil bike 27 caran li muduriyeta polîsan geriya ye û got:

Divê muduriyeta polîsan eşkere bike, bê ev kes bi kê re ketiye têkiliyê.

Û qeydên deng jî derkevin holê.

Lê muduriyeta polîsan bersiva ‘qeyda deng tune ye’ da me.

Turkan Aslan Agaç daxuyakirin, ku Onur Gencer girêdayî ulku ocaklari ango navenda nijadperestiye ye û got:

Herkes dizane ku piraniya cinayetên siyasî ji aliyê rexistinên û pêkhateyên di nava dewletê de cih girtine pêk tên.

Parêzer İmdat Ataş jî got, xuya ye, kujer demeke dirêj pîlana komkujiyê kiriye.

Dewletê mafê jiyanê binpê kiriye. Ji bo astengkirina xebatên partiya siyasî alîgîrî kiriye.

Ne mumkun e, ku kuştineke bi vî rengî bêyî agahdariya dewletê pêk hatibe.

Em ê jî heta dawî xwedî hewldan bin, ku ev êriş ne şexsî ye, organîze kiriye.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv