Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Sîyasî

PAJK: JI DEWLETA TIRK A FAŞÎST Û YÊN KU BÊBEXTÎ KIRIN WÊ HESAB BÊPIRSÎN

Koordînasyona PAJK’ê têkildarî êrişên li dijî Rojava û li Silêmaniyê qetilkirina Demhat Agît û Cemîl Amed daxuyaniyek da.

 

 

PAJKê diyar kir, dewleta tirk a dagirker di salvegera komploya navnetewî ya li dijî rêbertî di 9ê Cotmehê de êrişî rojava kiribû û got, li dijî van êrişên dagirker û komkujî gelê me û şervanên azadiya rojava berxwedaneke destanî raber kirin.

 

 

Em gelê xwe yên li dijî van êrişên qirker li berxwedan, gelên li çar hêlên kurdistanê li berxwe dan silav dikin.

 

 

Pêşenga siyasî ya gelê xwe Hevrîn Xelef, Dayîka Aqîde ku gotibû heta rêbertî azad bibe ezê cilên reş li xwekim, şervana YPJê ya Amara ku bi êrişên hov yên çeteyan re rû birû ma, bibîrtînin û ji hemû malbat û gelê me re sersaxiyê dixwazin.

 

 

Koordînasyona PAJKê daxuyakirin, dema ku êrişên dagirkirinê li dijî rojava pêk dihatin, polîtîkayên dewleta tirk ên kujer li parçeyên din ên Kurdistanê didomandin û got,

 

 

Li kûdera cîhanê dibe bila bibe, pêşengên ku ji bo Kurdan û mafên wan têdikoşin dike hedef û qetil dike.

 

 

Hêzên ku li Parîsê plansaziya komkujiya hevrê Sara kirin, duh di şexsê hevrê Helmet- Diyar Xerîb û îro jî di şexsê hevrê Cemîl û Demhat de polîtîkayên xwe didomînin. Plansaziya van êrişên hov dewleta Tirk û MÎT dike.

Hin derdorên ku ji hêla dewleta Tirk ve kirine sîxûr, xayin û noker jî dibin şîrikê vê. Di encama van polîtîkayên hov û bêhlaq de hevrê demhat û Cemîl hatin şehîdkirin.

 

 

PAJKê daxuyakirin ku şehîd Demhat û Cemîl li qadeke ku di bin kontrola hikumeta başûrê Kurdistanê de xebat dikirin û got,

 

 

Divê demil dest kesên ku tilya wan di şehadeta hevryên me de hene bên ronî kirin. Em li bendê ku hêstyariya li dijî êrişên li dijî rojava hat nîşandan, li hember qetilkirina hevriyên me ku li qada wan dixebitin jî nîşanbidin. Dewleta Tirk divê zanibe, hesabê vê komkujiyê bi mîsogerî wê were pirsîn.

Ev jî hatin dîtin

Gotara Rojê 04.12.2020

Stêrk Tv

Gotara Rojê 03.12.2020

Stêrk Tv

16:45 Gotara Rojê 01.12.2020

Stêrk Tv

Bi hezaran kes li Şngalê ji bo xweseriyê meşiyan

Stêrk Tv

KCR piştgirî da pêngava, ‘Belê ji Demokrasiyê re, na ji darvekirinê re’ ya ku KODAR û PJAK’ê dane destpêkirin

Stêrk Tv

Reber APO: Hikûmeta şerê Taybet tecawiz û fihûşa li Kurdistanê bi rê ve dibe

Stêrk Tv