Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PAJK: ‘Fîşeka pêşî li çarenûsa Kurdê kole hat teqandin’

 

SALVEGERA PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ
PAJK: FÎŞEKA PÊŞÎ LI ÇARENÛSA KURDÊ KOLE HAT TEQANDIN

Koordînasyona Partiya azadiya jinên Kurdistan PAJK’ê pêngava 15ê tebaxê weke cejna Vejînê pênase kir û bi vê wesilê şehîdên Kurdistanê hemûyan bi bîr anî.

PAJK’ê 15ê tebaxê li rêber APo pîroz kir û diyar kir ku bi xêra vê rojê Kurd bûn xwediyê jiyaneke nû.

Fîşeka pêşî ya 15’ê Tebaxê li dijî bêdengî û tarîtiyê hat teqandin.

Kurdên ku nasname û çanda xwe ji dest dabûn, bi pêngava 15’ê tebaxê re hişyar bûn.

Guleya ewil li çarenûsa kurdê kole hat teqandin.

Koordînasyona PAJK’ê artêşbûn û têkoşîna jina Kurd jî destnîşan kir û got:

Îro jina Kurd bûye hêza pêşeng ya demokrasî û azadiyê yê.

Ji Sarayan heta Bêrîtan, Zîlan û Delalan xeta jina berxwedêr, fedaî û tekoşer hat bi rêxistikirin.

Ev têkoşîn û berxwedana ku bi fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo pêşket bandora xwe li tevahiya cîhanê dike.

SALVEGERA PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ
PAJK: EM Ê SALA 38’AN BIKIN SALA AZADIYA FIZÎKÎ YA RÊBER APO

PAJK’ê da zanîn ku ew ê sala 38’an bikin sala azadiya fizîkî ya rêber APO û ev peyam da.

Gerîlayên serdemê îro li seranserî Kurdistanê bi rihê Egîdan şer dikin û berxwedanekî dîrokî dimeşînin.

Sekna fedaîyane ku hevalên me di şerê li Heftenîn û Garê de nîşan dan, îro li çiyayê Zagros, Metîna û Zapê didomînin.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo pêşî li têkoşîna azadiyê bigre hêza xwe hemû seferber kir lê bi serneket.

Erk û berpirsyariya ji me têne xwestin, ewe ku en weke jin, gel û partî dawî li polîtîkayên qirkirinê bînin.

Û azadiya fîzîkî ya rêbertiya xwe mîsoger bikin.

PAJK’ê gerîla û şervanên tovên jiyanê direşînin jî silav kir û ragihand ku ew ê têkoşîna li ser rêça fermandar Egîd mezintir bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv