Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ozgur Şerker: ‘Gerîla bi îradeya xwe dijmin bêçare hiştiye’

 

JI KOORDÎNASYONA KOMALÊN CIWAN OZGUR ŞERKER
“GERÎLA BI ÎRADEYA XWE DIJMIN BÊÇARE HIŞTIYE”

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker mêvanê bernameya taybet a Radyoya Dengê Welat bû.

Şerker li ser şerê tevgera azadiyê ya Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya Tirk rawestiya û bi bîr xist, ku ev 6 sal in ev şer bê navber dewam dike.

Ozgur Şerker îşaret bi şerê taybet û psîkolojîk ê dewleta Tirk jî kir û got, di vê dema dawî de dewleta Tirk bi taybetî malbatên şehîd û gerîlayan dike hedefa van polîtîkayan.

Dewleta Tirk ti carî şerê taybet bi vî rengî nekiribû.

Ji ber vê yekê girîng e, ku ev şerê taybet ji aliyê civaka Kurd û Kurdistanê ve bê dîtin.

Ozgur Şerker destnîşan kir, ku gelê Kurd bi êrişeke qirkirinê re rû bi rûye û bi taybetî di hedefa vê êrişê de jî Kurdên azad hene.

Şerker got, dewleta Tirk çetedewletek e.

Ji ber ku dizane di şert û mercên normal de nikare encamê bidest bixe, serî li rê û rêbazên qirêj dide.

Ciwanan dike hedef û dixwaze wan tine bike.

Divê nirxên herî pîroz ên civakê an go ciwan, li dijî vê yekê têbikoşin.

Rêber Apo nasnameyek bi ciwanan da bidestxistin.

Ciwantiyeke berxwedêr û têkoşer afirand.

Dijmin dixwaze vê potansiyekê berevajî bi kar bîne û ji ber vê yekê giraniyê dide ser şerê taybet.

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan ji bo têkoşîna li dijî şerê taybet ê dewleta TIrk jî ev xal destnîşan kirin:

Li çiyayên Kurdistanê şerekî mezin tê kirin.

Divê em encamên vî şerî baş fêm bikin.

Her cûre berdêl ji bo azadiyê tê dayîn.

Heta berdêlên mezin neyên dayîn jî encam nayê bidestxistin.

Gerîla niha têkoşîneke mezin dike û îradeya wî dijmin bêçare hiştiye.

Heke em li vir encamê bi dest bixin, em ê şerê taybet jî pûç bikin.

Divê em deh qatên êrişên dijmin bersivê bidin.

Encex bi vî rengî em dikarin serketinê bi dest bixin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv