ENDAMÊ KOORDÎNASYONA KOMALÊN CIWAN OZGUR ŞERKER:
DIVÊ CIWAN LI HER DERÊ ALA BERXWEDANÊ Û AGIRÊ AZADIYÊ BILIND BIKIN
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker li êrişên qirker ên dijî gelê Kurd ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser rol û mîsyona ciwanan.
Şerker desnîşan dike ku gerîlayên azadiyê Kurdistanê li her derê bi berxwedana destanî hesabê qirkirinê yê dewleta Tirk xera kiriye û dibêje:
Ev şerê hebûn tinebûnê ye, em vê dibînin û wisa berxwe didin. Bi berdelên mezin û rihê seferberiyê tevdigerin û ala azadî û rûmetê li çiya û her derê Kurdistanê bilind dikin.
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker balê dikşîne berpirsyariya ciwanan û vê bangê dike:
Divê ciwanên Kurd ji berxwedana gerîla îlhamê bigirin. Bi rihê berxwedana bazên zagrosê agirê azadiyê bilind bikin. Divê ciwan li her derê li dijî faşîzm û dijmin bikevin nava tevgerê û beşdarî pêngava “werin cenga azadiyê” bibin.
Şerket ji Bakur û Başûr, heta Rojhilat, Rojava, Mexmûr û Şengalê banga beşdariya nav revên azadiyê li hemû ciwanên Kurd dike.