Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Oldarên Başûrê Kurdistanê piştgirî dan çalakiyên protestoyî 13.12.2020

Oldarên li Başûrê Kurdistanê piştgirî dan çalakiyên protestoyî û xwestin ku bersiv ji daxwazên gel re bê dayin. Her wiha banga berdana destgîrkiriyan kirin.

Çalakiyên protestoyî ku ji ber nedayina mûçeyan û krîza aborî ya li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, bi rojane dewam dikin. Li Silêmaniye, Ranya, Helebçe, Derbendîxan û Seyîdsadiqê, ji ber êrişa hêzên asayîşê ya li çalakiyan gelek kesî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. Nerazîbûna li dijî tundiya asayîşê ya li çalakgeran zêde dibe.

Oldarên ku li navçeya Koye li hev kom bûn, têkildarî çalakiyên protestoyî daxuyaniyek dan. Oldaran piştgirî dan çalakiyên protestoyî û nerazîbûn nîşanî polîtîkayên hikumetê û tundiya hêzên asayîşê ya li çalakgeran.

Oldaran ragihandin ku çalakî demokratîk in û xwestin kesên hatin destgîrkirin û girtin tavilê bên berdan.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê bi ti awayî li çalakiyan xwîn neyê rijandin û hate gotin, “Protesto mafekî qanûnî ye. Daxwazên reformê yên gelê Kurd divê ji aliyê hikumetê ve bi cih bên anîn. Pêwîste pêşî li nelirêtiyê bê girtin û mûçeyên karkeran bên dayin. Bi navê oldaran em xwedî li daxwazên çalakgeran derdikevin û dixwazin bi cih bên anîn. Sersaxiyê ji malbatên kesên ku di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane, şîfa xêrê jî ji birîndaran re dixwazin. Kesên ku li Silêmaniyeyê û deverên din hatin destgîrkirin divê tavilê bên berdan.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv