Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Sîyasî

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava li Başûrê Kurdistan

Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê ya li Herêma Kurdistanê, serdana rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komunîsta Îranê kir û piştevaniya xwe ji bo xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê anî ziman.

Şandek nûnertiya Reveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê a li Herêma Kurdistanê, serdana nûnertiya rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komunîsta Îranê (Komele) a li bajarê Silêmaniyê kir.

Hevserokê nûnertiya Rojavayê Kurdistanê Mesud Hisê rêveberiya şandeyê dikir û ji aliyê rêveber û endamên Komeleyê ve hatin pêşwazî kirin.

Piştî her dû alî bi hevre civiyan daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Rêveberê şandeya Komeleyê Îsmaîl Tirîk axivî û got; “Her çiqas em Kurd lihev nêzikbibin û peywendiyên xwe xurt bikîn, dijminên me jî wê hesabên zêdetir ji bo Kurdan bikin. Ji bo me tecrûbera Rojavayê Kurdistanê gelek girînge û em di nava xaka Îran û Kurdistanê jî kar li ser vê dikîn.”

Hevserokê nûnertiya rêveberiya Xweser Mesud Hiso jî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got; “Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve piştgiriya xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dike. Ji ber ku Rojhilatê Kurdistanê piştevanê sereke yê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bûn û hertim li qadan bûn.”

Piştî wê şandeya nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê serdana endamê Mekteb Siyasî ya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê Qadir Ezîz kir. Her dû alî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser Rojava û aloziyên herêmê axivîn.

Ev jî hatin dîtin

19:00 Rojev 00.10.2020

Stêrk Tv

Weşana nû ya Stêrk tv 12 Cotmehê roja Duşemê destpê dike

Stêrk Tv

Hevkariya Kanda bi Tirkiyê re li dijî Kurdan careke din li Qerabaxê eşker bû

Stêrk Tv

Rojev Amed – Şewata li çiyayên Kurdistanê

Stêrk Tv

1’ê Gulanê û şûn ve ayarên nû yên Stêrk tv li ser peyka Hotbird 9

Stêrk Tv

Serokê KKP Sînan Çiftyûrek: Em neçarin bibin bersiva gelê xwe

Stêrk Tv