Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûnera Zerdeştiyan: ‘Divê deriyên sînor ên Rojava werin vekirin’

 

Nûnera Zerdeştiyan a li Wezareta Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dijî girtina deriyên sinorî yên Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn nîşanda û got, “Me bi xwe dorpêç û ambargo jiyan kiriye, ji bona wê divê hewilbidîn deriyên sinorî yên li gel Rojavayê Kurdistanê vekirî bihêlin. Daxwaz dikîn deriyên sinorî yên li gel Rojavayê Kurdistanê werin vekirin. Ji berku girtina deriyan dibe sedema giranî û nebûna kelûpelan li wî beşê welat.”

Ji roja 16’ê Kanûna 2021’an ve hêzên PDK’ê bêy biryara hikûmetê deriyê sînor a Sêmalka û Deriyê Sînor ê El Welîd li ser Rojavayê Kurdistanê girtine. PDK rê nade ti tiştek ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe. Girtina deriyên sinorî ji aliyê PDK’ê ve nerazîbûnek mezin li pey xwe de anî.

Nûnera Zerdeştiyan li Wezareta Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Hisamedîn, derbarê girtina deriyên sinorî yên Sêmalka û El Welîd de ji Rojnews re axivî û got: “Mirovbûn ji hertiştî giringtire. Ji bona wê em wek Zerdeştî daxwaz dikin hemû aliyek serî li rêyên aştiyê bidin. Em dizanin niha Rojavayê Kurdistanê di rewşek gelek zehmet de derbas dibe. Li wir bihayê kelûpelan giranbûye. Li wê derê tenê Kurd najîn, gelek pêkhateyên din li wir dijîn. Li wir Ereb, Suryan û Aşurî jî dijîn. Divê were zanîn li wir zarokên biçûk, nexweş û pîr hene û pêwîstiya wan bi derman heye.”

Awat Hisamedîn di dewamê de da zanîn ku gelê Başûr bi xwe jî êşa dorpêç û ambargoyan jiyan kiriye û wiha domand: “Me rewşa dorpêç û ambargoyê jiyan kiriye. Me wê demê hewara xwe di gihand welatan daku bi hewara me ve werin. Ji bona wê divê em hemû hewil bidin deriyên sinorî vekirî bihêlîn. Divê em nehêlin dijminê me bi vê yekê keyfxweş bibin û me bikarbînin. Nabe em rê bi cihanîna berjewendiyên dijmin bidin. Kurdistan cihê hevrejiyan û hevûdû qebûlkirinê ye. Heta kesên ku destê wan di enfalkirina me de hebûn jî niha bi awayek azad li Herêma Kurdistanê dijîn.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv