“DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
NÛNERA SEDÎKAYA UNITE THE UNION CLARE BAKER: AZADKIRINA OCALAN GIRÎNG E
Left-Green li Îngilistanê tevgereke siyasî ya ekolojîk e ku çepgir e.
Li ser navê wê Peter Boyle bi sendîkavan Clare Baker re li ser Kampanyaya Ocalan Azad Bikin, hevpeyvîn çêkiriye.
Clare Baker nûnera sendîkaya “Unite The Union” e û ev sendîka xwediyê înîsiyatîfa wê yekê bû ku Kongreya Sendîkayên Brîtanî destekê bide Kampanyaya Ocalan Azad Bikin.
Sendîkavan Clare Baker diyar kir ku tevgera sendîkayan di warê destekkirina têkoşîna karker û miletên bindest ên li seranserê dinyayê de xwedî dîrokeke dirêj e û got:
Di nava vê dîrokê de kampanyayên ji bo berdana girtiyên siyasî yên weke koma 5 kubayî, Lula, û helbet Nelson Mandela jî hene.
Ocalan girtiyekî siyasî ye û tecrîdkirina wî neqanûnî ye, kêfî ye û hêmanên herî sereke yên mafê mirovan jî binpê dike.
Nirxên Ocalan ên wekheviyê, azadiya jinê, demokrasiyê nirxên tevgera sendîkavaniyê ya navneteweyî ne jî.
Em qebûl dikin ku nivîsên wî li civaka ku xwe ava dike, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tesîr kirine .
Em dibînin ku hepskirin û tecrîdkirina Ocalan di civaka Tirk de bi rêya şerê hikûmetê yê li dijî miletê Kurd xwe dide der.
Em her wiha dibînin ku ev şer berfireh dibe, û her kesê li dijî tundrewiya dewleta Tirk dikeve ber vî şerî.
Sendîkavan Baker destnîşan kir ku divê herkes li ber vê çûna ber bi otorîtarîzm Tirkiyê rabe û îşaret bi rola hikûmeta îngilîz a di vê otorîtarîzmê de kir:
Hikûmeta me ya ku bazirganiyê dike û bi dewleta Tirk re têkiliyên wê hene divê berpirsiyar bê girtin.
Baker diyar kir ku tevgera sendîkayan a brîtanî qebûl dike, ji bo ku aştiyeke muzakerekirî li Tirkiyê û li herêmê çêbe, lazim e Rêber Apo were berdan, çawa ku beriya wî Mandela jî hatibû berdan.