Dewleta Tirk a dagirker, jinan bêyî ku ji tundî, kuştin û tecawîzê biparêze, terkî mirinê dike.
Serokê rejîma faşîst a AKP/MHP’ê, bi biryarnameyekê Tirkiye ji peymanê Peymana Stenbolê vekişand.
Çalakiyên jinên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê li jî vê biryarê berdewam dikin.
Meclîsa Jinan a HDP’ê li Enqerê, çalakiyeke girsehî lidar xist.
Jin bi wêneyên Denîz Poyraz, li ber Deriyê Çankaya ya Mêclîsê kom bûn.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, destnîşan kir ku bloka desthilatdariyê veguheriye mekanizmaya sûc û got;
“Li dijî hemû beşên civakê şer dane destpêkirin.
Li hemberî xwe jî talûkeya herî mezin jinan dibînin.
Desthilatdariya ku nikare jinan bêdeng bike, serî li rê û rêbazên dijminantiya li dijî jinan daye.
Em şerê desthilatdariyê yê 19 salin li dijî jinan dewam dike, teşhîr dikin.
Wê rejîma Tirkiyeyê nekaribe maf û destkeftiyên me têk bibe.”
Li aliyê din êrişên li dijî jinan jî berdewam dikin.
Di buyerên li Semsûr û Stenbolê de 2 jin, di êrişa hevjînên xwe de brîndar bûn.
Li navçeya Küçükçekmece ya Stenbolê, mêrê bi navê K.E. hevjîna xwe E.O. bi kêrê xwest bikuje.
Jina bi granî brîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.
Li Semsûrê jî jina bi navê Hayriye Y., ji aliyê hevjînê xwe ve bi çekê brîndar bû.
Jina ciwan rakirin nexweşxaneyê.