Bi qasî sê sal in li pey edaletê ye û ji bo vê yekê li ber xwe dide.
88 roj in tevî gef û êrişan jî, her roj berê xwe dide ber edliya Rihayê û daxwaza edaletê diqîre.
Em behsa dayika Emîne Şenyaşar dikin.
Emîne Şenyaşar îro careke din tevî kurê xwe Ferît berê xwe dan ber Edliyê..
Dayika Emîne bi lorandinê, bingeha avahiya Edliyeyê bi destê xwe kola li edaletê geriya.