Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûçegihanê Rojnewsê hate destgîrkirin 13.12.2020

Nûçegihanê Rojnewsê Zûsik Hemed bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser tevna dîjîtal li herêma Çomanê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên asayîşê ve hate destgîrkirin.

Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê ku ji Başûrê Kurdistanê weşanê dike, ragihand ku nûçegihanê wan Zûsik Hemed hatiye destgîrkirin. Nûçegihand Zûsik ku ji Asayîşa Çomanê bang li wî hate kirin, piştî ku li vir hate destgîrkirin ew birin Asayîşa Navçeya Soranê.

Xizmên Hemed diyar kirin ku Zûsik Hemed ji ber ku destgîrkirina ciwanên li bajarokê Qesrê li ser tevna dîjîtal şermezar kir û piştgirî da daxwazên wan, ji aliyê hêzên asayîşê ve hate destgîrkirin.

Nûçegihan Hemed di wê parvekirina xwe de xwestibû ku rayedar guh bidin daxwazên ciwanan. Beriya niha jî gelek nûçegihanên Rojnewsê bûn hedefa zext û zordariya PDK’ê û Asayîşa Başûrê Kurdistanê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv