Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
17:00 Nûçe

Pêngava Heftenînê

GERÎLA: EMÊ DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI HATINA WÊ POŞMAN BIKIN

Artêşa Tirk, piştî ku li dijî Başûrê Kurdistanê dest bi tevgerên dagirkeriyê kir, gerîlayên HPG û YJA-Starê li seranserî xeta sînorê Bakur û Başûr ketin nava berxwedaneke mezin.

Li dijî tevgera dagirkeriyê fermandariya gerîlayan a Heftanînê, 23’yê Tebaxa 2019’an “Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê” ragihand.

Beriya vê rojê û bi taybetî piştî wê, gerîlayan li ser hev derbên giran li artêşa dewleta Tirk a dagirkeran da.,

Roj nîne, ku gerîla li artêşa dagirker nedin.

Gerîlayên di nava vê berxwedanê de cihê xwe digirin, behsa şerê li herêmê ji Gerîla Tv re kirin.

Gerîla dibêjin, emê dewleta Tirk li hatina wê poşman bikin.

Gerîlayên ku balê dikşînin ser bikaranîna teknîka pêşketî ya şer ji aliyê dewleta Tirk ve û vê bersivê didin:

Emê weke gerîlayên Heftanînê, dijminê dagirker li Heftanînê tine bikin.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê xwedî îradeyek ji pola ne.

Artêşa dagirker li hemberî hêzên parastina gel di nava tirs û xofeke mezin de ye.

Wê xaka Kurdistanê li dagirkeriyê bibe goristan.

Gerîlayên berxwedêr îşaret bi mezinbûna berxwedanê dikin û dibêjin, emê nehêlin ev dijminê dagirker li ser axa me ya pîroz bimîne.

Emê her kevirekî li Heftanînê li dijî dijmin bikin çeperek.

Gerîlayan her wiha nûçeyên derew û şerê psîkolojîk ê dagirkeriya dewleta Tirk dike jî bi bîr dixin û dibêjin;

Divê gelê me ji vê yekê bawer bike ku gerîlayên azadiyê ji her demê xurtir in.

Bi îradeyek ji pola li hember teknolojiya herî pêşketî em li ber xwe didin.

Gerîlayên Heftenînê li hember dijminê hov bi ruhekî fedayî û Apoyî çûn ser kozikên dijmin.

Em baş dizanin ku dewleta Tirk ewqasî propagandaya artêşa dagirker dike lê belê rastî ne bi vî rengî ye.

Dagirkerên ku li Heftenînê bi navê artêşa Tirk şer dikin di rastiyê de bermahiyên DAÎŞ’ê û çeteyên wan in.

Pêwîst e gelê me ji derewên dewleta Tirk bawer neke.

Em ê sala 2020’an artêşa dagirker ne tenê li Heftenînê, li tevahiya Kurdistanê tine bikin.

Ev jî hatin dîtin

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv