Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

NPG: ‘Sala 38’an a pêngava 15’ê Tebaxê wê bibe sala pêşketinên mezin’

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL:
EM SOZ DIDIN ŞEHÎDAN EM Ê ARMANCA WAN BI SER BIXIN

Fermandariya Biryagehê ya Navenda Parastina Gel ji bo Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke niviskî da.

Fermandarî salvegara pêngavê li Rêber Apo, li şehîdên dozê, li gel û gerîlayên azadiya Kurdistanê pîroz dike.

Daxuyanî wiha didome:

Bêguman hemû serkeftin û pêşveçûn bi xwîna şehîdan heta îro hatine.

Em di şexsê fermandarê xeta rast a şoreşger-leşkerî Egîd de li ber hemû şehîdên me bejna xwe ditewînin.

Em ê bîranîna şehîdan bi serxistina armaca Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi ser bixin.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL:
SALA 38’AN A PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ WÊ BIBE SALA PÊŞKETINÊN MEZIN

Fermandarî destnîşan dike ku Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî polîtîkayên qirkirina çandî û fizîkî destpêka şerê parastina hebûnê û azadiya gel e.

Guleya pêşî ku Tebaxa 1984’an ku komeke biçûk û bawermend avêt, ji bo gelê me bûye bingeha pêşketinên mezin.

Pêngava 15’ê Tebaxê her wiha pêngava parastina rewa ya netewî ye û destwerdaneke dîrokî ye.

Ew li dijî zincîrên koledariyê yên di hişê Kurdan de ye û li dijî teslîmbûnê li ber rabûnek e.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL:
GERÎLAYÊN AZADIYA KURDISTANÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ ŞEREKÎ BÊEMAN DIMEŞÎNIN

Fermandarî balê dikşîne ser şerê gerîla yê bê eman ê li dijî dagirkeriyê:

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo ku hêviya gelê me neşkê têkoşîneke mezin dimeşîn.

Pêşî têkbirina êrişa li ser Garê, piştre li dijî êrişên li ser Avaşîn, Zap û Metîna berxwedaneke lehengî ya dîrokî tê kirin.

Di 110 rojan de artêşa Tirk a faşîst ku serî li her cure rêbazên şer dayî, armanca xwe bi ser nexistiye.

Di şexsê mîmarê Serfiraziya Garê hevrê Şoreş Beytûşşebab de, em hemû şehîdên xwe yên leheng ku derba giran li xeyalên nû yên Osmanî dane, bi bîr tînin.

Em hevrêyên xwe yên ku li Siyanê, Mamreşo, Aris Faris, Cîloya Biçûk, Werxelê û li gelek qadan dastanan dinivisin silav dikin.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL:
SALA 38’AN A PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ WÊ BIBE SALA PÊŞKETINÊN MEZIN

Fermandariya Biryagehê ya Navenda Parastina Gel ji bo sala nû ya pêngava 15’ê tebaxê jî vê nirxandinê dike:

Gerîlayên Azadiyên Kurdistanê sala 38’an a 15’ê Tebaxê bi şanazî pêşwazî dikin.

Li ser hîmê Paradîgmaya Civaka Demokratîk a Ekolojîk a li ser Azadiya Jinê ya Rêber Apo, gerîlayên HPG’ê yên li gorî serdema nû xwe amade kirine, dikarin li dijî her cure êrîşan li ber xwe bidin.

Her wiha pêvajoya berxwedanê ku îro li Avaşîn, Zap û Metînayê didome ispata vê ye.

Sala 38’an a 15’ê Tebaxê wê bibe saleke pêşketinên mezin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv