Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

NPG: ‘PKK’ê bi têkoşîna xwe statukoya li ser gelan zordestî dikir parçe kiriye’

 

FERMANDARIYA NAVENDA PARASTINA GEL:
PKK’Ê BI TÊKOŞÎNA XWE STATUKOYA LI SER GELAN ZORDESTÎ DIKIR PARÇE KIRIYE

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi wesîleya salvegera 43’yan a damezirandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Fermandariyê di destpêka daxuyaniya xwe de hemû şehîdên dozê bi bîr anî û ev peyam da:

Peywira me ya sereke ev e ku em doza azadiyê ya şehîdên xwe yên hêja bigihînin serfiraziyê.

Peywira me ye ku em têkoşîna azadiyê ya gelê me û ya hemû gelan bigihînin serkeftinê.

Fermandariyê destnîşan kir ku avakirina PKK’ê ne bi tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo gelên herêmê û ji bo hemû aliyên bindest bûye çirûska hêviyê.

Têkoşîna ku bi pêşengiya partiya me bi pêş dikeve, demokrasî xistiye rojeva hemû gelên herêmê.

Bi vê têkoşînê re statukoya ku li ser gelan zordestî dikir jî parçe kiriye.

Partiya me PKK, lîstikên modernîteya kapîtalîst û mêtingeriyê parçe kiriye.

Bûye hêza gelên bindest a ji nû ve derketina ser rûyê dîrokê.

FERMANDARIYA NAVENDA PARASTINA GEL:
JINAN BI RÊBER APO Û AVAKIRINA PKK’Ê XWE JI NÛ VE AFIRANDIYE

Fermandariyê bi bîr xist ku Rêber Apo PKK wekî partiyeke jinan pênase kiriye.

Bi helwesta Rêber Apo û avakirina PKK’ê re jinê dîsa xwe afirandiye û nasnameya xwe bi dest xistiye.

Xeta jinên azad, li refên herî pêş ên berxwedanê pêşengtî kiriye û têkoşîna me ya partiyê gihandiye serketinê.

Jinan bi YJA Starê artêşa xwe, bi PAJK’ê partiya xwe û KJK’ê jî konfederalîzma demokratîk kirine pergal.

FERMANDARIYA NAVENDA PARASTINA GEL:
44 SALIYA PKK’Ê WÊ BIBE SALA DÎROKÎ YA TÊKOŞÎNÊ

Fermandariyê destnîşan kir PKK bi coşeke mezin û biryardarî dikeve sala 44’an.

Dijmin di şexsê Rêbertiya me de li hemû zindanan tecrîd, zilm û êşkence zêde kiriye.

Li ser dînamîkên demokratîk ên gelê me û welatê me zextên xwe zêdetir kiriye.

Li hemberî vê faşîzmê, hêzên HPG’ê di serî de li Avaşîn, Zap û Metînayê helwesteke pêngavî daye destpêkirin.

Li ser bingeha ‘Pêngava dem dema azadiyê ye’ hemû plan û hesabên dijmin pûç kiriye.

Bêguman wê sala 44’emîn a têkoşîna me jî bibe sala pêvajo û têkoşîneke mezintir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv