Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

NPG têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla daxuyaniyek da

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL
LI DIJÎ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ LI SER GERÎLA DAXUYANIYEK DA

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla daxuyaniyek da.

Fermandariyê destnîşan kir, ku dewleta Tirk a dagirker bi pêşengiya rêjîma AKP-MHP’ê di şerê xwe yê li Kurdistanê de qanûnên şer ên navneteweyî binpê dike û sûcê li dijî mirovahiyê dike.

Fermandariyê da zanîn, tevî ku dewleta Tirk li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çekên teknolojiya serdemê bi kar tîne, li hemberî berxwedana wan tengav bûye.

Rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze bi çekên kîmyewî encamê bi dest bixe.

Zelal bûye, ku di navbera 10-14’ê Sibata 2021’ê de li Garê di êrişa xwe de çeka kîmyewî bi kar aniye.

Ev 159 roj in li Avaşîn, Zap û Metîna şerekî bênavber heye.

Dewleta Tirk û çapemeniya wê bi israr, vî şerî ji raya giştî vedişêrin.

Di vî şerî de hêzên artêşa Tirk gelek caran gaza kîmyewî bi kar anîn.

Ev yek pir zelal û niha jî ji bo şikandina xeta berxwedanê ya Werxelê bombeyên kîmyewî bi kar tîne.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL
“EV 15 ROJÊN DAWÎ CÛREYEKE NÛ YA BOMBEYA KÎMYEWÎ LI DIJÎ GERÎLA TÊ BIKARANÎN”

Fermandariyê destnîşan kir, ku Amerîka, Yekîtiya Ewrûpa û NATO ya her cûre teknîka şer pêşkêşî dewleta Tirk dike bûne hevkarên vî sûcî û ev agahî dan:

Bi taybetî ev 15 rojên dawî artêşa Tirk cûreyeke nû ya bombeya kîmyewî bi kar tîne.

Teqez e, ku ev cûreya bombeya kîmyewî ji dewleteke hevkar hatiye standin.

Fermandariyê bi bîr xist, ku gelê Kurdistanê yek ji gelên herî kevnar e.

Ji ber vê yekê pir rewa ye, ku parastina heqê jiyana bi çanda xwe ya azad li ser van xakan bike.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bang li wan hêzên navneteweyî kir, ku dawî li piştgiriya bi polîtîkayên qirkirinê re bînin û nebin hevkarên sûcê li dijî mirovahiyê.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL
“DIVÊ GELÊ ME BIÇE BER SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ YÊN HEVKARÊN DEWLETA TIRK”

Di serî de NY, fermandarî bang li sazî û dezgehên navneteweyî, hêzên demokrasiyê yên navneteweyî, sazî û dezgehên civakî û parêzvanên mafê mirovan kir, ku ji dewleta Tirk re bêjin bes e.

Fermandariyê bi sernavê “ji bo gelê Kurdistanê yê welatparêz û hêzên demokrasiyê yên li herêmê” ev bang kir:

Divê li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdengî nebe.

Em ê di vê têkoşîna pîroz a berxwedanê de bi biryardariyeke mezin û xwebexşiyê serketina teqez esas bigirin.

Heta niha berdêlên giranbuha hatin dayîn û şehadet çêbûn.

Ji bo bi van çekên kîmyewî şehadetên girantir çênebin, divê her kes bikeve nava tevgerê.

Divê li tevahiya Kurdistanê gelê me hêza xwe ya civakî nîşan bide.

Fermandariyê ji bo gelê Kurd û dostên wî yên li derveyî welêt jî ev bang kir:

Erka herî demokratîk û şoreşger e, ku li ber saziyên navneteweyî yên hevkarên AKP’ê ne, ev sûc bên teşhîrkirin.

Bê çawa 1938’an dewleta Tirk di qirkirina Dersimê de jahra mişk li dijî mirovên li şikeftan bikaranî, îro jî heman tiştî bi awayê herî tund û hovane dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv