Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

NPG ji bo gerîlayên li Zapê, Avaşînê û Metîna peyam weşand

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL
JI BO GERÎLAYÊN LI ZAPÊ, AVAŞÎNÊ Û METÎNA PEYAM WEŞAND

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ji bo gerîlayên li Metîna, Zapê û Avaşînê peyamek weşand.

Di peyamê de hat ragihandin, ku ew li benda êrişeke bi vî rengî bûn û wiha hat gotin:

Ev êrişa dijmin wê di navbera me û wan de bibe meydana hesabpirsîneke mezin.

Fermandariyê destnîşan kir, ku armanc ji êrişa dagirkeriya Tirk temamkirina Komploya Navneteweyî ye û hewldana tolhildana têkçûyîna Garê ye.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL
“TÊKÇÛYÎNA WAN LI ZAPÊ, METÎNA Û AVAŞÎNÊ WÊ BIBE HILWEŞÎNA RÊJÎMA ENQERÊ”

Îro rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê di nava krîzeke kûr de ye.

Gelekî qels bûye û li ber têkçûyînê ye.

Dixwaze siyaset, îttîfaq û hebûna xwe li ser tinebûna me ava û mayînde bike.

Lê, heke di vê pîlana xwe de bisernekeve, wê bi tevahî bişike.

Ji ber vê yekê berê tevahiya derfetên xwe dane şer.

Têkçûyîna wan a li Zap, Avaşîn û Metîna wê ne ji bo van deran tenê be.

Wê ev bibe têkçûyîna Enqerê û hilweşîna rêjîma wê.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL
“NE TENÊ PARASTIN, EM DIXWAZIN DIJMIN TÊK BIBIN Û BISERKEVIN”

Di peyamê de hat destnîşankirin, ku heke ev êrişa dewleta Tirk bê şikandin, wê serfirazî bibe ya gerîla.

Heke em bersiveke bi bandor nedin van êrişên dijmin, wê ev bibe destpêka tinebûna gelê me.

Wê bibe destpêka tarîtiya ji bo gelên herêmê.

Ji bo me bi vî awayî stratejîk û girîng e.

Em di vî şerî de naxwazin tenê parastinê bikin.

Em dixwazin dijmin têk bibin û serfiraziyê bi dest bixin.

Ji ber vê yekê divê em her cûre hewldan û fedekariyê nîşan bidin.

Divê teqez em karibin bersiva pêwîst bidin dijmin.

Em bi vê biryardariyê dixwazin di 2021’ê de encamê bi dest bixin.

Dem Dema azadiyê, Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL
“ENCAMA ÇAR ROJAN DIKARE BIBE BINGEHA SERKETINEKE MEZIN”

Di peyamê de berxwedana 4 rojan a gerîlayên HPG û YJA-Starê jî wiha hat nirxandin:

Encama 4 rojan, dikare bibe bingeha serketineke mezin.

Bi taybetî çalakiya li Girê Piramît ê Avaşînê, çalakiyeke serketibû.

Em tevahiya hevrêyên beşdarî vê çalakiyê bûne û ked dane pîroz dikin.

Bêyî şehadet çêbe, dijmin tasfiye kirin, çûn ser cenazeyan û ji ser wan sîleh rakirin.

Dîsa berxwedana li ser Girên Şehîd Serdar û Mamreşo yên Avaşînê hêjayî pîrozkirinê ye.

Li qada Zendûra ya Metîna bi taktîkên demê, encameke girîng hat bidestxistin.

Hevrêyên li vir hemûyan pîroz dikin û serketineke mezin ji bo wan dixwazin.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL
“WÊ BERXWEDANA GERÎLA LI QUNTARÊN ÇIYAYÊN ZAGROSAN DÎROKEKE NÛ BINIVÎSE”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel destnîşan kir, ku berxwedana gerîla di vê dema dîrokî de berxwedana tevahiya gelê Kurd e.

Şerê me ne tenê ji bo parastina Herêmên Medyayê ye.

Berxwedana me ya pîroz ji bo têkbirina dijmin û bidestxistina encamên mezin e.

Em jinên ciwan û xortên gelê Kurdistanê û herêmê, şerekî dîrokî, mafdar û pîroz dikin.

Çavên tevahiya gelê me û cîhanê li me ye.

Ev celladên gelan xwînxwar in.

Berxwedana li dijî wan, bê guman wê berxwedaneke watedar be.

Wê ev berxwedana pîroz a hevrêyên me li quntarên çiyayên Zagrosan dîrokeke nû binivîse.

Wê meşa me ya azadiyê biserkeve.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv