Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nobeta ji bo azadiya rêber Apo

Nobeta ji bo azadiya rêber Apo

 

Nobeta “Azadî ji Ocalan re” ku li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê, di hefteya 487’an de bi biryardarî didome.

Nobeta vê hefteyê ji aliyê Hunermendên TEV-ÇANDê ve hat girtin.

NOBETA “AZADÎ JI OCALAN RE”
ÇALAKIYA VÊ HEFTÊ HUNERMENDÊN TEV-ÇAND’Ê DEWR GIRT

25 Hezîrana sala 2012’an li bajarê Fransa Strasbourgê ji bo azadiya rêber APO çalakiya nobetê dest pê kir.

Çalakî li pêşiya konseya Ewrûpayê tê lidarxistin.

Heta niha bi sedan Kurdistanî, nûnerên pêkhateyên ji netew û baweriyên cûda, saziyên jin û ciwanan, dost û siyasetmedarên Ewropî, sendîkavan, parlamenter, hevşaredar, akademîsyen, hunermend, gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Ev 487 heftiye Kurdistanî ji bajar û welatên cuda yên Ewrupayê tên û nobetê dewr digirin.

Nobetdarên vê hefteyê jî hunermendên TEV-ÇAND’ê Hozan Seyidxan, şanoger Emele, Tûncer Yalinkiliç û Semyan Adar e.

Di çalakiyê de şanoger Emele axivî û wateya vê çalakiyê bibîr xist.

Emelê diyar kir, ku di şexsê Rêber Ocalan tecrîd li gelê me tê ferzkirin û wiha got;

Dewleta Tirk a dagirker êdî ti sînoran nasnake, li hemberî gelê kurd dixwazê komkujiyan pêk bine.

Di serî de Ewropa û NY herkes vê yekê dimîne lê ti kes dengê xwe dernaxe.

Saziyên Ewropayê divê bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.

Şanoger Emele bang li gelê kurd jî kir û got;

Divê gelê me li dora Rêberê me bibe xelek, heta ku tecrîda li ser Rêberê me neyê bidawîkirin û neyê azadkirin, komkujiyên li ser gelê Kurd wê bi dawî nebin.

Gelê me divê li her cihî berê xwe bide çeperên berxwedanê.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv