Em bi çalakiya li ber konseya Ewrûpa dest bi bultena xwe bikin.
Çalakiya ‘ji Ocalan re Azadî’ ya li bajarê Fransa Straasbourgê di hefteya 488’an de ye.
Endamên Kongra Star ên Elmanya nobeta vê heftê dewr girtin.
NOBETA ‘JI OCALAN RE AZADÎ’
ENDAMÊN KONGREYA STAR YÊN ELMANYAYÊ NOBET DEWR GIRTIN
Li bajarê Fransa Strasbourgê çalakiya nobetê ya bi daxwaza azadiya Rêber Apo dewam dike.
Nobet her hefte ji aliyê komeke nû ve tê dewr girtin.
Nobedarên vê hefteyê endamên kongra Star ên Elmanyayê ne.
Nayîme Hessen, Asiye Reşît û Zarîfe Misto çalakî dewr girtin.
Li ser navê komê Neyime Hesen axivî, di şexsê şehîd Berîtan de hemû şehîdên meha Cotmehê bibîranîn.
Naime Hesen bikaranîna çekên kimyewî şermezarkir û bang saziyên navneteweyî kir da ku li dijî vî sûcî bêdeng nemînin.