Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nobedarê dibistana li Mexmûrê: Ger ne betlaneya xwendevanan bûya wê qetlîyam pêk bihata

 

Ji ber êrîşa dewleta Tirk ya 5’ê Hezîranê ya li ser Wargeha Mexmûrê, pencereyên Dibistana Sertetayî ya Şehîd Salih Kendal şikestine û dîwar derizîne. Nobedarê dibistanê jî diyar kir ku ger ne betlaneya xwendevanan bûya wê qetlîam pêk bihata.

Ji ber êrîşa dewleta Tirk ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku bi balafirên bê mirov (SÎHA) di 5’ê Hezîranê de êrîş pêkanîbûn, pencereyên Dibistana Seretayî ya Şehîd Salih Kendal ji ber derketine, şikestine û refên xwendevanan weke cihê şer lê hatine. Têkildarî vê mijarê nobedarê Dibistana Şehîd Salih Kendal, Tahir Îsiv ji ajansa me re axivî.

Tahir Îsiv

Tahir Îsiv di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di navbera cihê êrîş pêkhatî û dibistanan de sê sed metre heye û got: “Dema ku bûyer çêbûyî ez li malê bûm. Di wê demê de dengê teqînek bihêz hat û tirsek kete nava dilê me de. Ji ber ku cihê ku êrîş pêkhatî rojane bi dehan zarok lê dileyîstin. Her wiha ewder cihê lîstoka zarokan a fotbolê ye. Ti caran ewder namîne vala. Baş bû ku di wan seatan de germahî hebû û zarok ne ji derve bûn. Ger di seatên din de bûya wê qetlîam pêkbihata”

Tahir Îsiv di berdewamiya axaftina xwe de wiha qala şikestin û belavbûna pencere û refên zarokan kir: “Piştî ku ez hatim dibistanê min xwest ez pencereyan vekim, min dest avêtê, pencere yekser kete destê min de. Pencere ji ber vebî. Pişt re ez çûm min refên xwendevanan mêze kir, du refên me tevahî pencereyên wan ji ber vebibûn û belavî nava refê bibûn. Ji ber basinca êrîşê, pencere hemû şikestine. Başe ku betlaneya perwerdê heye, di wan seatan de ger perwerde hebûya wê em di rewşek pir xeter da bûna.”

Herî dawî nobedarê Dibistana Seretayî ya Şehîd Salih Kendal, Tahir Îsiv diyar kir ku ew weke Penaberên Mexmûrê dibin sêwana Neteweyên Yekbûyî (NY) û Hikûmeta Iraqê de ne û ji ber nêzikatiyên wan yên seranser ew şermezar kirin. Her wiha bang li tevahî sazî û destgehên mafên mirovan kir da ku li hember êrîşên dewleta Tirk nerazîbûn û bertek nîşan bidin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv