KAMPANYAYA “JI OCALAN RE AZADΔ
NOAM CHOMSKY: JI BO VÊ PIŞTGIRIYÊ GELEK KÊFXWEŞ Û BI HÊVÎ ME
Komiteya Ji Ocalan re Azadî a Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Rêber Apo 15’ê Sibata 2022’yan dest bi kampanyayeke nû kir.
Heta niha herî kêm 10 partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji kampanyayê re ragihandin.
Li gel sazî û rêxistinan, kesayetên wek rewşenbîr, mamoste, nivîskar û oldar jî beşdarî kampanyayê dibin.
Ji derveyî welat jî Filozof, Dîroknas û Zimanzanê Amerîkî Noam Chomsky bi peyamekê piştgirî da kampanyeyê.
Chomsky di peyama xwe de kêfxweşiya xwe ya ji bo tevlîbûna kampanyê anî ziman û got.
“Ez ji bo vê piştgiriyê gelek kêfxweş û bi hêvî me”
KAMPANYAYA “JI OCALAN RE AZADΔ
SENHERÎB BERSÛM: DIVÊ KAMPANYA WERE MEZINKIRIN
Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersûm jî piştgirî da kampanyayê û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.
Bersûm got:
“Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li dijî hemû qanûn û peymanên navneteweyî ye.
Dewleta Tirk hewl dide bi tecrîdê îradeya birêz Ocalan bişikîne.”
Senherîb Bersûm îşaret bi mezinkirina kampanyayê jî kir û got:
“Ji bo azadiya Ocalan helwesta hêzên navneteweyî jî girîng e, lewma divê di qada navnetewî de kampanya bê xurtkirin.”