Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
GiştîNûçeyên Dawî

Nivîskar û lêkolînerê kar û barên siyasî yê Misirê Hesen Bedî banga pejirandina ‘rojeke cîhanî ya piştgiriya bi Ocalan re’ kir 23.09.2020

Lêkolînerekî Misirî banga pejirandina ‘rojeke cîhanî ya piştgiriya bi Ocalan re’ kir

Nivîskar û lêkolînerê kar û barên siyasî yê Misirê Hesen Bedî got: “Piştgiriya pêngava KCK’ê ya li hemberî siyasetên dewleta Tirk a dagirker erkeke dikeve ser milê hemû hêzên demokratîk ên Kurdî û Erebî yên ku li pêşberî xeteriya siyasetên Osmanî ne.” Bedîi xwest ku rojek ji bo piştgirî û banga serbestberdana Rêber Ocalan were veqetandin.
Dewleta Tirk a dagirker bi rêya koma Îxwan El-Muslimîn û komên çete siyasetên berfirehkirina dagirkeriya xwe li herêmê dimeşîne û bûye faktora herî mezin ya aloziya li herêmê. Dewleta Tirk destekê dide komên çete yên li Sûriyê û Lîbyayê, êrişî Başûrê Kurdistanê dike, parçeyek ji Qibrisê dagir kiriye û bi awayekî nerewa li jêderên enerjiyê li Deryaya Spî digire, êdî li ser tevahî gelên herêmê bûye xeteriyek.

Li hemberî van siyasetan Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di bin dirûşmeya “Bes tecrîd, faşîsm, dagirkerî, dema dema azadiyê ye” pêngavek ragihand û bang li gelê Kurd û Ereb kir ku li hemberî van siyasetan enerjiya xwe bike yek.

Nivîskar û lêkolînerê kar û barên siyasî yê misirî Hesen Bedî di hevpeyvînekê de bi ANHA’yê re siyasetên dewleta Tirk û girîngiya pêngava KCK’ê nirxand.

Hevpeyvîn wiha ye:

DEWLETA TIRK HEWL DIDE DEWLETÊN EREBÎ DAGIR BIKE, GELO BANDORA VAN SIYASETAN LI SER CÎHANA EREBÎ ÇI YE Û ARMANCA ERDOGAN ÇI YE?

Siyaseta Tirkiyê li ser cîhana erebî pir xeter e, dixwaze împaratorî û hegemoniya Osmanî careke din li ometa erebî û gelê herêmê bi giştî vegerîne. Dixwaze careke din serdema reş, sedema paşketina ku ziyan gihand gelên herêmê û bi rêbazeke xirab gel bi kar anî vegerîne. Di serdema dagirkirina Osmaniyan li herêmê ku bi sedên salan dewam kir, tu pêşketin çênebû.

Ev hewldanek din a bêhêvî û nexweş e, ji fikirê nexweş tê ku Erdogan hewl dide di sedsala 21’an bixe pratîkê. Her wiha hewl dide beşek ji Iraq, Sûriyê û Lîbyayê dagir bike, gefan li Misirê jî dixwe da ku derbas bike û herêmên Erebî heta herêmên rojavayî erebî kontrol bike. Erdogan xeyal dike ku Urdin û Kendava dagir bike û dest deyne ser diravî û petrola kendavê. Dîsa hêvî dike ku Misir, Sûdan, Nîl heta bakurê Afrîkyayê serwer bibe.

Tişta ku dixwazim bêjim, ev xeta mêtîngiyê ya dewleta Tirk mixabin bi erêkirina Amerîkayê çêdibe. Ji ber ku Erdogan bêyî erêkirina Amerîkayê û bêyî koordîne û hevkariyeke stratejîk bi ‘Îsraîla Siyonist’ nikare li herêmê tiştekî bike, ji ber ku berjewendiyên wan bi Tirkiyê re li hev tê. Tirkiye endamekî NATO’yê ye û baregeheke leşkerî ya herî mezin û girîng ya NATO li Tirkiyê heye, baregeha Încîrlikê.

Di encam de tiştên ku Tikiyê dike ne dûrî xwesteka Amerîka, NATO û Îsraîlê ye. Lê xeteriyekê li ser herêmê û gelê wê çêdike. Amerîka, NATO û Îsraîl xeyal dikin ku bi van siyasetan wê karibin herêmê kontrol bikin, em ji bîr nekin ku ev siyaset li pişt hemû sûc û kiriyarên neyinî û xirabî yên li Sûriyê, Iraq û niha Lîbyayê ne ku bi rêya DAIŞ û komên terorîst pêk tên. Ev hemû diyardeyên neyinî dewleta Tirk û Erdogan ku bi xwe tevlihevî û rûxandinê ji bo berjewendiyên împeratoriya xwe pêk tîne, derxist. Her wiha hewl dide berjewendiyên hêzên cîhanî ku heman tiştî armanc dikin, bi her awayî pêk tîne. Xeteriya Erdogan wiha ye. Erdogan heman tiştê ku Israîlê li herêma Erebî û cografiya niha wekî sûcên di salên 50 heta 90`yî de û heta niha pêk tîne, dike. Niha Tirkiyê vê rola leşkerî û xerabkirinê li şûna Israîlê, Amerîkayê û NATO`yê pêk tîne. Ji lewra, em li beramberî dijminahiyeke hov in ku tu pîvanên mirovahiyê nas nake û tenê bi hêzê dikare pê re bê dayîn û standin, ji ber ku tenê bi hêzê fêm dike.

SÎSTEMA CÎHANÊ YA JI SALÊN 80`YÎ VE HIŞT KU ÎSLAMA SIYASÎ BIGIHÎNE DESTHILATÊ. GELO HÎNA EV SÎSTEM Û HIN HÊZÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ WEKÎ AMÛREKE DERXISTINA TEVLÎHEVIYÊ PIŞTÎ DAIŞ`Ê, MISOGERIYÊ BI TEVGERÊN ÎSLAMA SIYASÎ DIKIN?

Dibe ku avakirina koma Îxwan Mislimîn di salên 80`yî de ji bo Tirkiyê û desthilata wê wiha be. Lê belê ev sîstem kevin e û dîroka wê vedigere sala 1928`an ji dema derketina koma Îxwan Mislîmîn ya terorîst li Misirê bi destê mêtîngeriya Brîtaniyayê ku di bin sîwana baregeha Brîtanî li parêzgeha El-Ismaîliyê, ava kir.

Ev destpêka plankirina vê siyasetê bû ku li gel hegemoniya Brîtaniya li Misirê derketiye. Bi wê yekê, koma Îxwan Mislimîn sedema sûcên li herêmê ye û bingeha dijminahiyê û xeteriyên ku ji ber derketina vê komê di 1928`an de û heta dema niha ye.

Ji bo Tirkiyê jî, ew li gorî kedên Amerîka û Brîtaniyayê tevgerî ku hişt ji salên 40 heta 70`yî Îslama siyasî careke din bi awayekî eşkere di destpêka salên 70`yî de li Misirê derkeve, ku wê demê Enwer El-Sedat serweriya hikumetê dikir û bi plan û lihevkirina bi Amerîkayê re Îslama siyasî car din derket holê. Piştre bi piştgiriya Amerîka, Brîtanya, Isrîal û Erebistana Siûdî Îslama siyasî li gelek welatên Ereban belav bû. Erebistana Siûdî heta deh salên borî hevalbendî bi koma Îxwanan re dikir.

Ji ber van faktoran ev tevgera sûcdar ava bû, derket û belav bû. Bi taybetî li Tirkiyê bi awayekî zelal derket pêş. Piştre ew sûc bi destê DAIŞ, Ehrar Şam û gelek rêxistinên din ên terorîst û beriya wan bi destê El-Qayîdeyê pêk hatin. Ev hemû rêxistinên terorîst encama koma Îxwan Mislîmîn a bi serkêşiya Erdogan û dewleta Tirkiyê bûn, ku Tirkiyê li pêş sîstema cîhanê wekî Amerîka û NATO`yê veguherî navenda terora cîhanî.

Gelên herêmê ji ber van komên terorîst ku sûcên terorê li Sûriyê û welatên din pêk anî, gelek êş kişand. Tu welat bi dirêjahiya salên dirêj ji van sûcan nefilitî. Ev xeterî hîna jî heta roja me ya îro dewam dike. Ji lewra divê em kedên xwe bikin yek da ku vê xeteriyê bi dawî bikin û planên wan li herêmê têk bidin.

JI BO YEKKIRINA KEDÊN KURD, EREB Û HÊZÊN DEMOKRATÎK LI DIJÎ SIYASETÊN TIRKIYÊ Û BANGA AZADKIRINA RÊBER OCALAN, KOMA CIVAKÊN KURDISTANÊ KCK`Ê HEMLEYA “BES E JI TECRÎD, FAŞÎZM Û DAGIRKERIYÊ RE, DEM DEMA AZADIYÊ YE” DERXIST. HÛN VÊ HEMLEYÊ ÇAWA DINIRXÎNIN?

Hemleya KCK`ê ya bi dirûşmeya “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re.. dem dema azadiyê ye” derxistiye, ev dirûşmeyeke guncew e ku hemû azadîxwazan di bin sîwana xwe de kom dike. Dirûşmeyeke ku hemû têkoşer li dorê kom dibin û vê qonaxê şîrove dike.

Tu kes tecrîda li ser komekê an gelekî ji gelên cîhanê qebûl nake. Tu kes faşîzm û dagirkeriyê qebûl nake. Dewleta Tirk van kiryaran pêk tîne. Ji ber wê divê dirûşmeya “Bes e ji faşîzm, dagirkerî û tecrîdê re” bibe dirûşmeyeke giştî. Divê Kurd, Ereb û hemû hêzên demokratîk û pêşverû yên li herêmê hevgirtî bin, da ku li hemberî siyasetên Tirkiyê bisekinin. Divê em ji bîr nekin ku em hemû gelek in.

Ereb û Kurd bira ne, di navbera wan de ol, urf, adet, cografiya û welatekî hevbeş heye. Girêdanên hevaltî, cîrantiyê û zewacê hene. Em gelek in û bi hev re li dijî dijminekî disekinin. Kes nikare me ji hev cuda bike. Em ji dîroka ve li vê herêmê hene û em ê heta dawiya cîhanê jî hebin. Divê em bi yekdestî bi vê dirûşmeyê bersiva vê dijminahî û xeteriya Tirkiyê bidin.

Berdewamkirina girtina birêz Ocalan sûcek e û deqeke reş li ser eniya mirovahiyê ye.Tiştekî nayê qebûlkirin. Ocalan girtiyê herî bi hêz û têkoşerê siyasî yê herî kevin li cîhanê ye.

Em giştî bawer in ku ev serdem bi berdana Nelson Mandela bi dawî bû, lê belê Mandêleyekî nû derket holê. Girtiyekî din ê siyasî, girtiyê nêrînê, fermandarekî rizgariya netewî, têkoşerekî welatparêz û niştîman, zilamekî ronakbîr, siyasetmedar, feylozof û serokek heye, ku gelek tiştên bi nirx ji mirovahiyê û hemû gelan re bê cudahî û nîjadperestî pêşkêş kir.

Divê ev zilamê hêja girtî nemîne, divê ne di girtîgehan de be, divê yekser bê berdan. Divê rojeke cîhanî ya piştgiriya bi Ocalan re û banga serbestberdana wî li hemû dewletên cîhanê bê pejrandin, ku dewleta Tirk neçar bikin ku Ocalan berde. Berdewamkirina girtina birêz Ocalan nayê qebûlkirin. Ew nûnerê gelê Kurd û birayê gelê Ereb e. Em pêkhateyên herêmekê ne û em ê bi tu awayî rê nedin berdewamkirina girtina Ocalan.

Em bang dikin ku bila yekser Ocalan bê berdan. Divê hemû rêxistinên mafên mirovan û mafên gelan û têkoşerên li dijî cudahî û mêtîngeriyê, bi pey vê dozê bikevin. Ev doza sereke ye ku em dev jê bernadin.

Ji bo xeteriyên rejîma Tirkiyê ku gefan li ewlehiya netewî ya Erebî dixwe, niha dem dema bersivdayîna wê ye. Divê em tevlîheviyên ku di navbera Kurd û Ereban de derdikevin, bi dawî bikin. Em têbigihêjin wê yekê ku em gelek in û tenê bi diyalog û nîqaşan em ê karibin ku nakokiyan çareser bikin, valahiyan dagirin û em ê bigihêjin çareseriyên baş ku mafên gelên herêmê misoger dike, dihêle em ji xêr û bêrên herêmê sûdê bigirin, bi aştî bijîn û li dijî dijminahiya derve bisekinin.

LI GEL XETERIYA ERDOGAN LI SER EWLEHIYA NETEWÎ YA EREBÎ, GELO GELÊ KURD KU JI BERIYA 40 SALAN VE LI DIJÎ TIRKIYÊ TÊDIKOŞE WEKÎ PARÇEYEKÎ EWLEHIYA NETEWÎ YA EREB TÊ DÎTIN? GELO NÊRÎNA WELATÊN EREBAN JI TÊKOŞÎNA KURDAN Û MAFÊN WAN LI TIRKIYÊ, ÎRAN Û SÛRIYÊ RE, HATIYE GUHERTIN?

Helbet, gelê Kurd parçeyekî ewlehiya netewî ya Erebî ne. Kurd xwediyên vê herêmê ne, ew ji destpêka dîrokê ve li vê herêmê ne û dê heta dawiya cîhanê bimînin. Kurd û Ereb bira ne û bi hev re mertalekî ewlehiyê yê parastina herêmê, xêr û bêrên wê û gelên wê, ava dikin. Ew parçeyekî ji sîstema ewlehiya netewî ne û alternatîfa wan tune ye.

Di dirêjahiya dîroka mirovahiyê de, me bersiva hemû şerên mêtîngeriyê da. Ji lewra, em gelên herî resen ên cîhanê ne û divê welatiyê Kurd welatiyekî ji radeya yekemîn be, wekî welatiyên Ereb. Divê em li ser esasê welatbûyînê kom bibin û mafên xwe bi dest bixin. Ev bingeha tekane ya pêşketina li dijî projeyên mêtîngeriyê û destwerdanên derve ne, ku her tim şer û nakokiyan ji bo ferzkirina mêtîngeriya xwe li herêmê bi kar tînin.

WEKÎ BERPIRSYARIYA HEMÛ PÊKHATEYÊN HERÊMÊ YA PARASTINA CIVAKÊN XWE JI DESTWERDANÊ Û GEFAN, GELO AVAKIRINA ENIYEKE TÊKOŞÎNÊ YA HEVBEŞ DI NAVBERA HÊZÊN DEMOKRATÎK DE Û HEVALBENDIYEKE KURDÎ-EREBÎ YA HEVBEŞ, PÊKAN E?

Me ji ber destwerdan û gefên biyanî û cîhanê gelek azar kişand. Ji lewra, divê em hevgirtî bin û diyaloga domdar a di navbera hêzên demokratîk, Ereb û Kurdan de bingeh ji xwe re bigirin. Divê hevalbendiyeke Erebî-Kurdî li dijî dijminahiya derve ya biyanî hebe, divê herêm tenê ya xwediyên xwe be.

Li Misirê gelek hunermend, wêjevan, nivîskar, rojnamevan û sembolên me yên esil Kurd ku em pê serbilind in, hene. Wan bandor li tevger û rêxistinên Erebî kir. Ji ber vê yekê em gelekî hevgirtî ne û tu kes nikare me ji hev cuda bike.

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv