Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nirxandinên Rêber Apo ya li ser Başûr: Gelek karê PKK’ê li Başûrê Kurdistanê heye

 

NIRXANDINA RÊBER APO YA LI SER BAŞÛR
“GELEK KARÊ PKK’Ê LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HEYE”

Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re êdî veguheriye êrişeke vekirî ya li dijî hebûn û azadiya gelê kurd.

Heyeta dewleta Tirk a ku di meha çile de serdana Hewlêrê kir jî yek ji îspata vê hevkariya qirêj e.

Wezîrê tirk ê ji rêvebirê şerê li dijî kurdan Hulusî Akar jî ev yek eşkere got ku wan bi PDK’ê re li ser şerê li dijî PKK’ê li hev kiriye.

Hevserokê Konseya Rêvebera a KCK’ê Cemîl Bayik di bernameya taybet a televîzyona me de ku 29’ê çileyê hat weşandin bal kişand ser vê hevkariya qirêj.

Ji sala 2017’an ve ji dema şerê Heftanînê vir ve PDK gav bi gav li gorî ajandaya dewleta tirk dixwaze Tevgera Azadiya Kurdistanê tasfiye bike.

5’ê hezîrana 2021’yan êriş bir ser gerîlayên li Metînayê li dijî dagirkeriya tirk şer dikin.

Niha jî hêzeke mezin a hêza Zêrevan û Gulan ber bi Herêma Rencbiraxa ve dişîne ku ev dilê Zagrosan e.

Bi vî awayî PDK gerîla ji piştve dorpêç dike û bi hawara dagirkeriya tirk ve diçe.

PDK dibêje ‘Çi karê gerîla li vir heye?’ tevî ku baş dizane ku gerîla ji 82’yan ve li van qadan e.

Rêber Apo hê di 1995’an de wiha bersiv dida vê argumana PDKê.

Dibêjin ‘Çi karê PKK’ê li Başûr heye?’ Gelek karê PKK’ê li Başûr heye, wezîfeyên wê yên ku divê teqez bine cih hene.

Ya yekemîn; Beriya her tiştî divê rêveberiya Başûr destê xwe ji komploya li dijî Bakurê Kurdistanê bikşîne.

Ya duyemîn; ji ber ku bi awayekî neheq bi darê zorê ji hev hatine veqetandin, pêdivî heye ku rêxistinên her du beşê welat werin gel hev.

Pêdivî pê heye ku ev her du beş bi destek û piştevaniya hev şerekî hevpar bimeşînin.
Ji ber vê yekê jî heqê wan heye ew li Bakur bin û heqê me jî heye em li Başûr bin. Ev hem heq e hem jî pêdivî ye.

Dîsa Rêber Apo îşaret bi rewşa ku rêveberiya PDK’ê tê de ye jî ev analîz dikir;

Li Başûrê Kurdistanê bi milyonan ciwan bêkar û betal in. Lê ji wan dengek dernakeve. Bi tenê ew dibêjin ji bo jiyaneke ketî ji me re pere lazim e.

Ji bo ku jiyaneke paşketî ya malbatî bi rêxistin bikin lavayê ji Tirkiyê dikin, wisa dewam bike wê sibê biçin ber derê rejîma Iraqê û lavayê ji wan jî bikin. Piştre jî wê bibêjin; “werin em vê jiyanê xilas bikin.”

Yekîtiya gel, yekîtiya siyasî hêzeke mezin e. Eger gelê me bi awayekî siyasî yekîtiya xwe çêke û artêşa gel were avakirin, Başûr bi serê xwe wê ji bo Rojhilata Navîn bibe keleha şoreşê.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv