Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nîjatperestên Tirk li Duzceyê dîsa êrîş birin ser Kurdan

Nîjatperestên Tirk li Duzceyê bi keviran êrîş birin ser karkerên Kurd ku çûbûn Duzceyê bindeqan kom bikin. Nîjatperestan gef li malbatê xwarin.

Şevê dî nîjatperestên Tirk li navçeya Akçakoca ya Duzceyê êrîş birin ser karkerên Kurd ku çûbûn bindeqan bidin hev.

Ji karkeran Muhammed Gunel ku ji MA’yê re axivî, diyar kir beriya bi mehekê bi 8 kesan re ji bo ku bindeqan bidin hev hatine Duzceyê, şevê dî êrîş anîne ser mala ku lê diman û bi keviran camên wan anîne xwarê.

Gunel got dema ku ew derketina derve wan du kesa dîtine, van kesan ji wan re gotine ji bo ku Kurd ew wan li Dûzceyê naxwazin.

Gunel bi berdewamî diyar kir eynî kesan ji wan re gotin, ”Heke di nav 10 deqeyan de malê bernedin ew ê bi kevir û tifingan werin ser we.”

Gunel her wiha diyar kir dema ku êrîş anîne li malê jin jî hebûne, dema ku pencere hatine şikandin ew derketine derve û piştre 20-30 kesên din jî hatine ber mala wan û gef li wna xwarine.

Karkerê Kurd Gunel got wan telefonî polîsên Tirk kirine polîsan ji wan re gotin, ”heta ku tevlîhevî çênebe em nayên” û wî ji polîsan re gotiye, ”Naxwe hûn ê bêne ser cenazeyên me.”

Gunel diyar kir piştî bi demekê polîs hatine, li şûna ku ser êrîşkaran bigerin, ser wan geriyane û got, ”Polîsan qet dest neda wan. Ez û hevalên min Hasan Çîçek û Mahmût Furkan Çîçek birin Emniyeta Navçeyê ya Akçakocayê. Li vir piştî ku îfadeya me girtin nivîsek danîne ber me .Di nivîsê de em sûcdar hatibûn îşandan. Gotibû me kêr li wan kesan kişandiye ku êrîş anîne ser me. Me ev nivîs îmze nekir. Piştre em birin nexweşxanê. Camê destê min birîbû. Li wir me xwest ku rapor were girêdan ku li me dane lê polîsan nehişt. Polîsan qeyda ku em çûne nexweşxanê rakirin. Her wiha testa alkolê li me kirin. Ji koma 30 kesî du kes anîbûn.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv