ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK LI DIJÎ BAŞÛR
“DEWLETA TIRK JI ALOZIYA NAV KURDAN SÛDÊ DIGIRE Û ÊRIŞ DIKE”
Di Nîvroja Stêrk Tv de îro bêdengiya hukûmeta Iraqê û Hukûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk hat nîqaşkirin.
Muhsîn Osman destnîşan kir, ku desthilatdariya Erdogan ji her alî ve ketiye û dixwaze vê şikesta xwe bi dagirkirina Başûr sererast bike
ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK LI DIJÎ BAŞÛR
“ÇARESERIYA PIRSA KURD BI YEKÎTIYÊ PÊKAN E”
Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk jî Muhsîn Osman bal kişand ser vê xalê: ‘Çareseriya pirsa Kurd bi yekîtiyê pêkan e’
BERXWEDANA GERÎLA
“NE TIRK Û NE JÎ HÊZEKE DIN, WÊ NIKARIBIN ÎRADEYA PKK Û GERÎLA BIŞIKÎNIN”
Parlementerê berê yê Iraqê li ser berxwedana gerîla jî wiha got: ‘Ne Tirk û ne jî hêzeke din wê nikaribin îradeya PKK û gerîla bişkînin’