Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nazim Daşdan: ‘Provaya şer dike’

 

PROVAYA ŞER DIKE
NAZIM DAŞDAN / POLÎTÎKA AZAD

Îhtîmala êrişeke dagirkeriyê ya li dijî Kobanê, li gorî êrişeke li dijî Cizîrê, zêdetir e, lê belê wê êrişa dagirkeriyê ne rehet be. Ji ber ku rojeva xelkê azadkirina deverên dagirkirî ye û dibe ku Kobanê bihareke duyem diyarî gelan bike.

Rojava tim û daim di tehlûkeyê de ye. Dewleta Tirk sala 2021’ê hem bi Rûsyayê re û hem jî bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re hevdîtin kirin. Lê ji bo êrişeke berfereh a dagirkeriyê zemîn û destûr peyda nekir. Dewleta Tirk dev ji armanca xwe bernedaye.

Kobanê ji bo Erdogan û hevparên wî, ew dever e ku lê polîtikayên wan ên Sûriyê xira bûn. Ji ber wê yekê jî dewleta Tirk hewl dide şerekî nû bi rengê ku sîstemê hemûyî tine bike, bisêwirîne.

Êrişên li dijî Til Temir, Eyn Îsa yan jî Til Rifatê weke ku taktîkî bin, xuya dikin. Armanca sereke Kobanê ye û helbet rûxandina wê atmosfera Kobanê avakirî ye. Heta niha êriş bi balafirên çekbarkirî pêk dihatin, vê carê obus bi kar anîn.

Ew provaya şer jî dikin. Fikarên wan hene: Gelo konjonktura navneteweyî û herêmî guncaw e? Gelo weke ku me plan kir şer nemeşe wê maliyeta wê li me çi be?”

Gava ku êrişan li dijî Til Temir yan jî Eyn Îsayê dest pê kir, lazim e em wiha bixwînin; weke ku armanca sereke wê Qamişlo yan jî Kobanê be. Neyê îfadekirin jî armanca dewleta Tirk a dawî ew e ku êrişî van deveran bike, van deverên ku sîstemê li ser piyan digirin. Herî zêde jî Kobanê.

Lewma meseleya man û nemanê ji bo vî aliyî jî heye. Gelên Rojava dizanin, heger bajarekî din yan jî çend bajarên wan ên din bên dagirkirin, wê sîstema wan bikeve tehlûkeyê. Gava em berê xwe bidin hevsengiyên heyî, zehmet e ku hem Rûsya û hem jî DYE’yê di heman demê de razî bike.

Şerekî muhtemel, weke ku dewleta Tirk pîlan dike wê rehet nemeşe. Gelên herêmê, niha xwedî yek rojev in, ew jî rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî ye. Li şûna şerekî cihî, şer wê li tevahiya xeta sînor belav bibe, şerekî dem dirêj jî dibe ku tesîrê li nava Tirkiyeyê jî bike.

Li xetên sînor, hêzên rejîma Sûriyê jî hene. Tenê hêzên Meclîsên Leşkerî û QSD’ê bersivê didin êrişan. Hêzên rejîmî tenê temaşe dikin. Li hin deveran koordînasyona hevpar heye, lê ev bi pirranî li bereya paş a şerî ne.

Armancek tenê ya Rûsyayê heye û ew jî ew e ku Sûriyê vegerîne beriya 2011’an. Pîlana ne guhertiye. Bi Rêveberiya Xweser re li gelek deveran hevdîtin dike, heta hin mijarên ku aliyan li ser li hev kiriye jî hene. Lê belê pîlana Rûsyayê ya ji bo çareseriyê ev e: Bila navê Kurdan di Destûra Bingehîn a nû de hebe, Rêveberiya Xweser bibe saziyeke ser bi Şamê û QSD jî bibe hêzeke ser bi artêşa Sûrî.

Gava ev nayê qebûlkirin jî bi dewleta Tirk ditirsînin. Van pêlan ne fermî jî be di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de hin hevdîtin hene. Di navbera Rêveberiyê û Rûsyayê de jî hevdîtin dewam dikin. Li gorî berê, DYE xuya ye ku zêde ne li dijî van hevdîtinan e.

Heta niha ti ajandayeke DYE’yê ya ku siyasî li Sûrî bimîne, nebû. Lê gelo ev ê biguhere yan wê ber bi ku ve biçe, ev jî
bi hevsengiyên nû ve girêdayî ye.

Ev jî hatin dîtin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di Bernameya Taybet de agahiyên giring dan.

Mustafa

Amed Malazgirt: ‘NATO’yê çekên qedexekirî dan dewleta Tirk’

Stêrk Tv

HPG: ’13 dagirker hatin cezakirin û helîkoptereke derb xwar’

Stêrk Tv

Di nav refên PKK’ê de hezar şehîdên Başûrê Kurdistanê

Stêrk Tv

Şehîdên pêngava ‘Bazên Zagrosê’: HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir û ew bi bîranîn.

Stêrk Tv

Hevserokatiya konseya rêveber a KCK’ê: Em bi berxwedana fedayî ya gerîla re bin, berxwedanê li her derê bilind bikin.

Stêrk Tv