Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir 27.09.2020

 

NAVENDA RAGIHANDINÊ YA HPG’Ê
NASNAMEYA 2 GERÎLLAYÊN LI GEVERÊ ŞEHÎD BÛNE EŞKERE KIR

HPGê îro nasnameya 2 gerillayûn ku beriya 2 hefteyan li bejahiya navçeya Colemêrg Geverê şehid bûbûn eşkere kir.

Eyup Alper û Ahmet Akman di dema çalakiya xwe ya roja 13ê îlonê de şehîd bûbûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li bejahiya Geverê daxuyaniyek da..

Navendê bi bîr xist ku wan 15’ê Îlonê li ser bûyerê raya giştî agahdar kiribûn û ev aghî dan:

Di daxuyaniya xwe de ya 15’ê Îlonê me ragihandibû artêşa Tirk a dagirker 13’ê Îlonê li gundên Kelê, Nebar, Xurakana Jêr û Xurakana Jor operasyoneke berfireh pêk anîn.

Hêzên gerîlla yekîneyên operasyonê yên dixwestin li qadê bi pêş ve biçin kirine hedefa xwe..

Di encama çalakiya gerîlla de, di nav de yek jû fermanda 7 esker hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê eşkere kir ku di heman şerî de 2 gerîllayên wan jî şehîd bûne û derbarê nasnameya wan de ev agahî parve kirin:

Eyûp Alper binasnav Welat Genc li Colemêrgê ji dayîk bûye û 13 Îlonê li Geverê şehîd bû.

 

Nasnav: Welat Genc
Nav û Paşnav: Eyûp Alper
Cihê jidayikbûên: Colemêrg
Navê Dê û Bav: Azîze-Salih
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 13’ê Îlona 2020’an /Gever

 

 

 

Ahmet Akman binasnav Nîdal Dersîm li Şirnexê ji dayîk bûye û 13 Îlonê li Geverê şehîd bû.

 

Nasnav: Nîdal Dersim
Nav û Paşnav: Ahmet Akman
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dê û Bav: Ferîde- Abdullah
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 13’ê Îlona 2020’an /Gever

 

 

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî kesayet û têkoşîna herdû şehîdan jî ev nirxandin kir:

Herdû hevrêyên me ên li Colemêrg ê Botanê li nava malbatên welatparêz bi rih û hestên têkoşeriyê mezin bûn..

Ew li dijî hewldanên qirkirinê yên dewleta faşîst bi biryar bûn ku ew ê biserkevin. Ji ber vê çendê mîn fedayên gel cihê xwe di nava têkoşînê de girtin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv