Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Navenda Ragihandinê û çapemeniyê ya HPG’ê

 

 

 

Navenda ragihandin û çapemeniya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li herêma Omeriyan şehîd bûye ragihand.
22’ê Cotmehê li derdora gundê Qurdisê, herêma Omerya ya Mêrdînê şerekî dijwar qewîmî.
Di vî şerî de gerîla Îsyan û Şoreş di şer de şehîd bûn.

NAVENDA RAGIHANDINÊ Û ÇAPEMENIYÊ YA HPG’Ê:
HEVREYÊN ME ŞOREŞ Û ÎSYAN BI LEHENGÎ ŞER KIRIN Û ŞEHÎD BÛN

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li herêma Omeriyan şehîd bûn ragihand.

Di daxuyaniyê de li ser şerê li herêmê ev agahî hatin dayîn.

Roja 22’ê Cotmehê artêşa Tirk li derdora gundê Qurdisê yê herêma Omeriyan a Mêrdînê dest bi tevgereke dagirkeriyê kir.

Li herêmê di navbera gerîla û artêşa Tirk de şerekî giran qewimî.

Di vî şerî de gerîla Şoreş û Îsyan bi lehengî heta nefesa xwe ya dawî şer kirin û şehîd bû.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayê şehîd wiha ne;

Songûl Ozgun bi nasnav Îsyan Tolhildan li Amedê ji dayik bûye.

SONGUL OZGUN
ÎSYAN TOLHILDAN
AMED
DÊ Û BAV: MEKKIYE – HUSEYÎN
22’Ê COTMEHA 2021’Ê/MÊRDÎN

Ahmet Koç bi nasnav Şoreş Amed li navçeya Amedê Bismilê ji dayik bûye.

AHMET KOÇ
ŞOREŞ AMED
AMED
DÊ Û BAV: FATMA – MEHMET SEÎD
22’Ê COTMEHA 2021’Ê/MÊRDÎN

HPG’ê, ji bo gerîlaya YJA-Starê Îsyan Tolhildan wiha got:

Hevrêya me Îsyan a bi eslê xwe ji Mêrdînê li nav malbateke welatparêz li Amedê hat dinê.

Di temenê xwe yê piçûk de tevgera azadiyê ya Kurdistanê nas kiriye.

Di sala 2010’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Di nava refên gerîla de bi bîr û baweriyeke mezin xwe pêş xist û li her qada jiyanê bû yek jî milîtanên fedayî yê Rêber APO.

Di sala 2016’an derbasî eyaleta Mêrdînê bû û ji gelek çalakiyên re pêşengî kir.

Bi sekna xwe ya kedkar û dil nizm ji her wezîfeya ku dikir encam digirt.

Di serî de ji malbata şehîdan, HPG’ê ji temamê welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest û dilsoziya xwe ya bi riya şehîdan re dubare kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv