Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

NAV-BEL: Dixwazin şerê navbera çeçen û marokiyan de derketibû bixin stûyê kurdan

 

LI LÎEGÊ ŞERÊ ÇEÇEN Û MAROKIYAN
NAV-BEL: DIXWAZIN VÎ ŞERÎ BIXIN STÛYÊ KURDAN

16’ê Nîsanê li bajarê Belçîka Lîegê di navbera Çeçen û Marokiyan de şer qewimî.

Di vî şerî de sîlehên weke kalaşnîkof hatin bikaranîn.

Çapemenî û polîsên Belçîkayê xwestin vî şerî bixin stûyê Kurdan.

Navenda Civakên Demokratîk a Kurdên li Belçîkayê têkildarî bûyerê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di bûyerê de kesek hatiye kuştin û du kes jî birîndar bûne.

Her wiha bi dehan kes jî bi çekên otomatîk hatine binçavkirin.

Nav-Belê têkildarî bûyerê ev agahî dan:

LI LÎEGÊ ŞERÊ ÇEÇEN Û MAROKIYAN
NAV-BEL: GELÊ KURD LI BELÇÎKAYÊ TIMÎ LI DIJÎ ŞIDETÊ YE

‘Piştî ku kesekî Marokî xwe spart dikaneke donerê ya Kurdên Êzîdî, komên Çeçen êrişî dikanê kirin.

Nûçeyên mîna “Kurdên li vê derê jî tevlî bûyeran û şer bûne” yên çapemeniya Belçîka ne rast in.

Dixwazin bi vî rengî gelê Kurd û têkoşîna wî krîmînalîze bikin.

Em Kurdên li Belçîkayê ti carî bûyerên ku aramiya civakê xira dikin û şidetê li xwe dihewînin qebûl nakin.

Raya giştî ya Belçîkayê jî bi vê yekê dizane, ku em li dijî şidetê ne.

Ji bo ronîkirina vê bûyerê divê her kes a dikeve ser milên xwe bi cih bîne.’

Nav-Belê xwest hesabên her du koman ên medya dijîtal werin şopandin û lêkolînkirin û got, bi vê yekê wê bi zelalî were dîtin ku Kurd di nava bûyerê de cihê xwe nagirin.

Herî dawî NAV-BEL’ê bang li gelê Kurd kir, ku neyê provokasyonên bi vî rengî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv