Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nameyên ku HDP’ê ji Gergerlioglu re şandin nehatin teslîm kirin

 

NAMEYÊN KU HDP’Ê JI GERLÎOGLU RE ŞANDIN NEHATIN TESLÎM KIRIN
LI ZÎNDANÊ ZOR LI GERGERLÎOGLU TÊ KIRIN KU TENÊ KANALÊN AKP’Ê TEMAŞE BIKE

Parlemneterê HDP Ömer Faruk Gergerlioğlu ku mafê parlementeriya wî jê hat girtin, îro li zindanê di nava şertên gelek zehmet de xebatên xwe didomîne.

Li derve jî nobeta edaletê ku dabû destpêkirin niha ji aliyê kurdê wî Salih Gergerlioğlu ve tê birêvebirin.

Salih Gergerlioğlu da xuya kirin ev 20 rojin bi hinceta pandemiyê wî bi bavê xwe re rû bi rû hevdîtin pêkneaniye, tenê bi rêya têlefonê diaxivin.

Salih da xuya kirin ew hemû nûçeyên çapemeniyê yên derheqê bavê xwe berhev dikin bi nameyekê jê re dişînin zîndanê, lê belê teslîmê wî nayê kirin.

Hinceta îdara zîndanê ewe ku di nava çapemeniyê de, nûçeya ajansa Mezopotamya jî heye.

Salih Gergerlioglu da zanîn ku ev hincet jî derewe ji berku beriya niha nûçeyên çapemeniaya biyanî û herwiha nameyên partiya wî, HDPê jî nehatin teslîm kirin û bi van gotina behsa jiyana bavê xwe ya li zîndanê kir:

“Bavê min li zindanê dikare tenê kanalên televizyonê yên AKPê temaşe bike, ti kanaleke alternatif tine. Du mehan carê mafê me heye em tenê 12 pirtûkan jê re bişînin, lê ew van pirtûkan di 20 rojan de dixwîne.”

Salih Gergerlioglu da zanin ku bavî wî li zîndanê jer ber ku tavê nabîne, dicemide û êşa wî ya romatîzmayê zêde bûye û xwest ku weke emsala doza Enis berberlîoglu bavî wê Faruk Gergerlioglu jî were berdan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv