Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nadîne Menza: ‘Dewleta Tirk bi êrişên xwe hewl dide demografiya herêmê biguhere’

 

NADÎNE MENZA:
DEWLETA TIRK BI ÊRIŞÊN XWE HEWIL DIDE DEMOGRAFIYA HERÊMÊ BIGUHERE

Cîgira serokê Komîsyona Navneteweyî ya Azadiya Olî ya Emerîkayê Nadine Menza têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Nadine Menza da zanîn ku kesên ji êrişên DAIŞ’ê rizgar bûne dibin hedefa êrişên dewleta tirk û got:

“Di mehên dawî de dewleta Tirk li dijî gundên Asûrî û Suryanan ên li ser çemê Xabûrê êriş pêk anîn.

Kesên ji êrişên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne, niha dibin hedefa êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê.”

Di dewama axavtina xwe de Menza bal kişand ser koçberiyê jî û got:

“Ev êriş dibin sedem ku xelkê herêmê ji axa xwe koç bikin.

Dewleta tirk bi koçberkirina gel re, demografiya herêmê diguherîne.

Divê hêzên navnetewî li himber vê bêdeng nemînin.”

Nadine Menza di axavtina xwe de bal kişand ser lêkolînên civaknasa amerîkî Amy Austin Holmes ên li ser êrişên dewleta tirk jî û got:

“Di navbera salên 2017 û 2020’an de Tirkiyê 3 hezar û 319 caran li seranserî sînor li dijî bakurê Sûriyê êriş pêk anîn.

Di van êrişan de cihên sivîl û avahiyên olî bûne hedefa artêşa dewleta tirk.”

Cîgira serokê Komîsyona Navneteweyî ya Azadiya Olî ya Emerîkayê Nadine Menza di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê hêzên navneteweyî di zûtirîn demê de pêşî li êrişên dewleta tirk bigirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv