Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

MXDŞ: Ji bilî berxwedanê em rêyeke din qebûl nakin 31.03.2021

 

GEF Û ÊRIŞÊN LI DIJÎ ŞENGALÊ
MXDŞ: JI BILÎ BERXWEDANÊ EM RÊYEKE DIN QEBÛL NAKIN

9’ê Cotmeha 2020’an Iraqê, Dewleta Tirk û PDK’ê ji bo Rêveberiya Xweser a Şengalê were tasfiyekirin, peymanek mohr kirin.

Ji wê rojê ve Şengalî li qadan e û nerazîbûna xwe ya li dijî vê peymanê radigihînin.

Bi taybetî li ber navenda Asayîşa Êzidxanê ya Şengalê ev 120 roj in çalakiya nobetê ya Şengaliyan didome.

Herî dawî hukûmeta Iraqê heta 1’ê Nîsanê dem dabû rêveberiya xweser, ku Asayîşa Êzidxanê tasfiye bike.

Desteya Rêveber a Şengalê ev daxwaz red kiribû û biryara berxwedanê ragihandibû.

Bi taybetî bal kişandibû ser hilbijartina 1’ê Nîsanê, ku salvegera xwevekişandina gerîlayên HPG û YJA-Starê ya ji Şengalê ye.

Bi rasthatina vê salvegerê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de fermandarên HPGê Egid Civyan, Dilşêr Herekol û şehîdên azadkirina Şengalê hemû hatin bibîranîn.

Û hat bibîrxistin, ku yên xwe gihandine hawara Êzîdiyan û Şengal rizgar kirine HPG û YJA-Star bûn.

MXDŞ’ê ragihand, ku civaka Êzîdî bûye xwedî hêz û dikare parastina tevahiya Şengalê bike û bal kişand ser 1’ê Nîsanê:

Ev roj ji bo me rojeke pir bi wate ye.

Iraqê ji bo tasfiyekirina Rêveberiya Xweser û hêzên wê heta 1’ê Nîsanê dem daye me.

Diyarkirina vê rojê bi daxwaza dewleta Tirk e.

Biryara me zelal e, ji bilî berxwedanê, parastina destketî û gelê xwe, em rêyeke din qebûl nakin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv