Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

MXDŞ: ‘Çi dibe bila bibe, em ji doza Êzidxana azad û Şengalê venagerin’

 

KOMKUJIYA NEXWEŞXANEYA SIKÊNIYÊ
MXDŞ: 8 KES DI ÊRIŞA LI DIJÎ NEXWEŞXANEYÊ DE ŞEHÎD BÛN

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Şengalê û komkujiya nexweşxaneya Sikêniyê daxuyaniyek da.

Meclîsê eşkere kir, ku di êrişa 17’ê Tebaxê de li Nexweşxaneya Sikêniyê 8 kes şehîd bûne.

Meclîsa Şengalê nasnameyên şehîdan jî eşkere kirin:

Şervanên YBŞ’ê Hemîd Sadûn bi nasnav Qîran Sîba, Xidir Şeref bi nasnav Pîr Xidir, Ramî El Hmad Hirdan bi nasnav Ronî, Meytem Xidir Xelef bi nasnav Serhed Zemar.

Xebatkarên tenduristiyê Elî Reşo Xidir, Sedo Ilyas Reşo, Hecî Xidir û Muhlîse Sîdar.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Muhlîse Sîdar bijîşkeke ji Bakurê Kurdistanê ye û li ser banga seferberiyê çûye Şengalê.

Her wiha kesên bi navê Hesen, Evdî, Semîr û Macid jî birîndar bûne.

KOMKUJIYA NEXWEŞXANEYA SIKÊNIYÊ
MXDŞ: HEVAL SEÎD WÊ BI SEROKWEZÎRÊ IRAQÊ RE HEVDÎTIN BIKIRA

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê êrişa 16’ê Tebaxê ya li Sûka Kevin a li Şengalê jî bi bîr xist û ev agahî dan:

Ev êriş li ber çavê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêk hat.

Hevalê me Seîd Hesen li gel fermandarekî hêja bû, her wiha kar û xebatên dîplomatîk dikirin.

Beriya niha gelek caran bi şandayên hukûmeta Iraqê re rûnişt û hewl da Xweseriya Şengalê mîsoger bike.

Wê li ser navê Rêveberiya Xweser bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re hevdîtin bikira.

MECLÎSA XWESERIYA DEMOKRATÎK A ŞENGALÊ
BERDÊL ÇI DIBE BILA BIBE, EM JI DOZA ÊZÎDXANA AZAD Û ŞENGALÊ VENAGERIN

Meclîsê êriş weke hewldanên dewaamkirina fermanên nû li ser Êzîdiyan nirxand û peymana 9’ê Cotmeha 2020’an bi bîr xist.

Bingeha van êrişan ev peymana di navbera dewleta Tirk, hukûmeta Iraqê û PDK’ê de ye.

Gelê me ji destpêkê ve ev peyman bi berxwedana xwe bêkêr kir.

Xuya ye, ku dijminên Êzdayetiyê li hemberî vê helwest û seknê pîlaneke nû di asta komployê de xistine dewrê.

Serokê PDK’ê di salvegera fermana 3’yê Tebaxê de got “rewşa Şengalê wiha namîne.”

Heman rojê rayedarên Amerîkî, Sefîrê Tirk ê Bexda û Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî peymana 9’ê Cotmehê xistin rojevê.

Dewleta Tirk êriş dike, lê ev pîlaneke herêmî û navdewletî ye li dijî Şengalê.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li ser ferzkirina peymana 9’ê Cotmehê bi komkujî û êrişan ev bersiv da:

Me berê jî got û em niha jî dibêjin; Em çiqas berdêlên giran jî bidin, em rê nadin ku komploya 9’ê Cotmehê pêk were.

Ev gotina me ya dawî ye.

Heya hukûmeta Iraqê li dijî dagirkeriya Tirk gavekê neavêje, wê ew jî şirîkê vê êrişê be.

Bêdengiya li hemberî êrişan hevkariya van hêzan hemûyan nîşan dide.

Meclîsa Xweseriya Dmeokratîk a Şengalê destnîşan kir, ku wê Êzîdî êdî parastin û rêveberiya xwe teslîmî ti hêzê nekin û got,

Em ji doza Êzîdxana azad, Şengala Xweser nayên xwarê.

Em ê tola şehîdên xwe rakin.

Şengal wê teslîm nebe.

Şengal wê li ber xwe bisekine û azad bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv