Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mûzaffer Ayata: ‘Dema siyaset xitimî, gel bê nefes hate hiştin gerîla wê dijmin têk bibe’

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê MÛZAFFER AYATA:
ME LI GIRTÎGEHÊ DI NÛÇEYAN DE BIHÎST KU HEVALA ÇALAKÎ KIRIYE

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûzaffer Ayata destnîşan kir ku Pêgava 15’ê Tebaxê dewleta Tirk ji kokê ve hejand.

Ayata anî ziman ku çalakiya pêngava 15’ê Tebaxê dema pêk hat ew li girtîgehê bû û ev çalakiya yekem ya gerîla ji televîzyonê bihîstin.

“Di encama berxwedana Girtiyan de, li hucreyan televîzyon hatibû bicîh kirin.

Piştî çalakiya 15’ê Tebaxê bi çend rojan me di nûçeyan de bihîst ku hevala çalakî pêk aniye.

Ev nûçe ya li ser televîzyonê hate dayîn ji bo tevahiya gelê Kurd bangek cuda bû.

Bi bihîstina nûçeyê ve li girtîgehê kêfxweşiyek pir mezin hebû.

Gotina min a ewilê ev bû; ‘Me ev roj jî êdî dît, em bimirin jî çavê me vekirî namîne.’

Ayata qala rewşa li girtîgehê kir û anî ziman ku bi saya berxwedanê, girtî êdî behnfireh û rehet bûn.

” Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo kesên xwedî xeyal û hêvî bûyerek ne ji rêzê bû.

Bi demê re famkirin ku ev ne serhildaneke klasîk e, şerê gerîla ye.

Mûzaffer Ayata da zanîn ku 15’ê Tebaxê ji bo hemû girtiyan û girtîgehan encamên girîng derxist holê.

ENDAMÊ KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê MÛZAFFER AYATA:
FAM KIRIN KU NE SERHILDANEKE KLASÎK E, ŞERÊ GERÎLA YE

“Dozên PKK’ê piştî çalakiya 15’ê Tebaxê bi encam bûn.

Ji bo gelek hevalên me cezayên darvekirinê hat dayîn.

Lê tu PKK’yî nehatin darvekirin. Ev jî raste rast bi encama çalakiya 15’ê Tebaxê ve girêdayî bû.

Bi hiqûqên taybet darvekirin hatin rawestandin.

Li şûna darvekirinê cezayên giran hatin dayîn.”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûzaffer Ayata bi van gotina bal kişand ser girîngiya guleya yekem ya pêngava 15’ê Tebaxê.

“Bi pêngava 15’ê Tebaxê ve Kurdan guleya yekem li tirsa xwe da.

Dawî dawî li bêdengiyê anî, tirsa xwe şikand û derket holê.

Lewma çalakiya Pêngava 15’ê Tebaxê ne çalakiyek ji rêzê ye, çalakiyek dîrokî ye.”

Ayata da zanîn ku êdî dewleta tirk jî rastiya çalakiya 15’ê Tebaxê qebûl dike.

ENDAMÊ KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê MÛZAFFER AYATA:
DEMA SIYASET XITIMÎ, GEL BÊ NEFES HATE HIŞTIN GERÎLA WÊ DIJMIN TÊK BIBE

“Wezîrê Tirk Hûlûsî Akar bi xwe dibêje; ‘PKK 40 sal in zirarê didin me.’

Lê ew ne amade ne ku Kurdan nas bikin û bi Kurdan re bijîn.

PKK ewqas projeyên çareseriyê weşand û daxuyanî da.

Erdogan ê qaşo hevdîtin bi rêve dibir. Lê tek projeyek pêşkêş nekir.

Bila li hemû hevdîtinan binêrin, ti pêşniyarên wan ên çareseriyê nîne.

Dema waha be ti çareserî pêk nayê.”

Ayata di nirxandinê xwe de bal kişand ser rola gerîla jî.

“Ger ku em naxwazin di nava tarîtiyê de bimînin divê em berxwedan û têkoşîna rihê 15’ê Tebaxê û 14’ê Tîrmehê bidomînin.

Serxwebûn û demokratîkbûna Kurdistanê tenê bi gerîla nabe.

Gerîla hêzeke pêşeng e, hêza rêvekirinê ye. Dema siyaset xitimî, gel bê nefes hate hiştin wê demê gerîla dikeve dewrê, rê vedike.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv