Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mustafa Karesû: Li zîndanên dewleta Tirk girtî tên darvekirin

 

 

FAŞÎZMA LI ZÎNDANÊN DEWLETA TIRK
MUSTAFA KARASÛ: LI ZÎNDANÊN DEWLETA TIRK GIRTÎ TÊN DARVEKIRIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû mêvanê bernameya taybet a Medya Haberê bû.

Têkildarî mijarên di rojevê de bersiv da gelek pirsan.

Yek ji mijarên rojeva bernameyê jî faşîzma li ser girtiyên siyasî ya li zîndanan bû.

Mustafa Karasû destnîşan kir, ku faşîzma AKP-MHP’ê di çarçoveya konsepta tinekirinê de êrişî girtiyan dike û wiha got:

Dixwaze îradeya hevrêyên me bişikîne û teslîm bigire.

Rêjîma faşîst dibêje “ez li derve û hundir zextan bikim, ez ê wisa bikim ku ew dev ji Kurdbûna xwe berdin.”

Ev êriş û komkujî bicihanîna darvekirinê ne.

Ti kes nikare bêje, li Tirkiyê cezayê darvekirinê hatiye rakirin.

FAŞÎZMA LI ZÎNDANÊN DEWLETA TIRK
KARASÛ: DIVÊ KURD XURTTIR LI GIRTIYAN XWEDÎ DERKEVIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê li dijî komkujiya li zîndanan bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê kir, ku dengê xwe bilind bikin û xwedî li girtiyên siyasî derkevin.

Hevrêyên me ji bo parastina rûmeta gelê Kurd û demokratan li ber xwe didin.

Ji ber vê yekê divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê xwedî li van hevrêyan derkevin.

Mustafa Karasû destnîşan kir, ku ji aliyê xwedîderketina li girtiyên siyasî ve qelsiyek heye û li ser rewşa girtiyan rawestiya.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASÛ
“EWÊ NIKARIBIN BI FERZKIRINA POŞMANIYÊ, VÎNA BERXWEDÊRAN BIŞIKÎNIN”

30-35 sal li zîndanê mane û heke li gorî wan tevnegerin, bernadin.

Bi gefa “hûnê 10 sal ên din li zîndanê bimînin” dixwazin hevrêyên me teslîm bigirin.

Lê ev hewldaneke bêfêde ye û wê encamê bi dest nexe.

Berxwedêrên li zîndanan li ser şopa berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ne.

Ne mumkun e ew kevneşopiya berxwedanê bê şikandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv