ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ ÇARENÛSA GELÊ KURD GUHERT
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, beşdarî bernameya Taybet a Televîzyona Medya Haberê bû.
Mûstafa Karasû bi berfiherî li ser cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê sekinî û diyar kir ku mîmarê wê Rêber Apo ye.
Karasû da zanîn ku bi pêngava 15’ê Tebaxê çarenûsa gelê Kurd guherî.
Li beşên Kurdistanê dem bi dem berxwedan çêbûn.
Lê ya herî domdar ku li çar beşên Kurdistanê bandor kir û rastiyeke nû ya civaka Kurd derxist holê ev pêngav bû.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
HEVAL EGÎD HEMÛ ENERJIYA XWE JI BO 15’Ê TEBAXÊ BIDE DESTPÊKIRIN XERC KIR
Li ser keda fermandar Egîd jî Mustafa Karasû ev nirxandin kir.
Heval Egîd hemû enerjiya xwe ji bo vê pêngavê bide destpêkirin xerc kir.
Ruhê îro me li ser piya dihêle ew ruh e.
Îro li her derê gerîla û gelê me têdikoşe.
Dewleta Tirk her sal dibêje, ‘Ezê PKK’ê tasfiye bikim.
Lê têkoşîna gerîla û siyaseta wê her mezintir bû.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
NE KARÊ AQILA YE KU PDK DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK MEŞRÛ NÎŞAN DIDE
Yek ji mijarên din ku Mûstafa Karasû li ser sikinî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re bû.
Mustafa Karasû destnîşan kir ku dorpêça PDK’ê ya li dijî qadên gerîla ne karê aqila ye:
Bi vê helwesta xwe dixwaze ewladên gelê Kurd tasfiye bibin.
Tu kes nikare vê yekê bi welatparêziyê îzah bike.
Berî çend rojan PDK’ê bi rayedarên dewleta Tirk re hevdîtin kir.
Piştî vê hevdîtinê jî xwestin li Şeladizê hemleyekê bikin.
Lê bi nêzîkatiya me ya xwînsar rê li ber şerekî muhtemel hat girtin.
Lê êdî dawiya vê sebrê jî hatiye, kêr gihîştiye hestî…
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
HPG’Ê JI BO 3 GERÎLA DAXUYANÎ XWEST LÊ PDK’Ê TI DAXUYANÎ NEDA
Li ser bûyera Xelîfanê jî Mûstafa Karasû wiha axivî..
Beriya bi çend rojan li Xelîfanê dor li komek gerîla tê girtin.
Em aqûbeta wan baş nizanin.
HPG îzahat xwest, lê PDK’ê tu daxuyanî neda.
Em ji PDK’ê dipirsin ?
Tu çima dor li gerîla digirî û êriş dike?
Gelo ev ne sedema şer e?
Divê PDK îzah bike, li Xelîfanê çi bi 3 gerîla bû.