Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mustafa Karasu: ‘Divê Joe Biden tişta der barê dagirkeriya Tirk dibêje bîne cih’

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
DIVÊ JO BÎDEN TIŞTA DERBARÊ DAGIRKERIYA TIRK DE DIBÊJE BÎNE CIH

Endamê Konseya Rêveber a KCK Mûstafa Karasû, di bernameya Taybet a televîzyona Medya Haberê de, gotinên serokê Amerîka û gefên şefî Faşîst ê Tirk Erdogan ên derbarê rojava de nirxandin.

Mûstafa Karasû gotinên Jo Bîden ku dibêje dewleta Tirk “hizûra herêmê xera dike” bibîr xist.

Divê gotinên Bîden bi awayekî girîng werin nirxandin.

Gelê Kurd, pêkhateyên Rojava û gelên Sûriyê ji bo dewleta Tirk wiha digotin;

Tirkiye dagir dike, hizûrê xera dike, îstîkrarê xera dike û ne tenê gelên Sûriyê; dijminê gelên Rojhilata Navîn hemûyan e.

Ew nirxandinên ku Kurdan wê demê dikir îro jî Jo Bîden dike.

Divê rêveberiya DYA’yê û Amerîkî jî binirxînin.

Piştî nirxandineke wiha hatiye kirin; divê li gora wê polîtîqayek û tevgerek jî pêk bînin.

Piştî vê gotinê divê Serokê Amerîkayê piştgirî bide gelê Kurd.

Bike ku Tirkiye ji wêderê vekişe.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
DESTHILATA AKP/MHP’Ê LI HERÊMÊ HIZÛRÊ XERA DIKE DIVÊ WERE SEKINANDIN

Mûstafa Karasû bi berdewamî destnîşan kir ku dewleta Tirk ne tenê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê, li gelek welatan di rewşa dagirkeriyê de ye.

Dewleta Tirk li her devera ku ketiyê bûye sedema kûştin û koçberiyê.

Divê desthilata faşîst a AKP/MHP’ê were sekinandin.

Ev polîtîka êrişkar a desthilata AKP/MHP’ê divê were rawestandin.

Di cîhanê de tişta herî xirab tehdîd û şantaj e.

Erdogan her roj vê yekê dike.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
TIRKIYE JI BO KOMKUJIYA KURDAN JI HERKESÎ RE XULAMTIYÊ DIKE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, bal kişand ku dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan ji her kesî re xulamtiyê dike.

Dibêje; piştgirî bidin polîtîkaya min a qirkirina Kurdan, ez ê xulamtiyê ji we re bikim.

Ji bo efendiyek ji xwe re bibîne bi her alî ve dibeze.

Tenê derdekî wî heye; Kurdan di qirkirinê re derbas bike…

Ji bo vê jî êrişî her derê dike.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
TÊKOŞÎN Û XWEBIRÊXISTINKIRINA KURDAN LI DIJÎ DAGIRKERYÊ MEŞRÛ YE

Mustafa Karasu, bi mijarê ve girêdayî destnîşan kir ku têkoşîn û xwe birêxistinkirina Kurdan a li dijî van êrişên dagirkeriyê meşrû ye.

Bîden jî vê yekê îtîraf kir ku têkoşîna Kurdan a li dijî dagirkeriyê meşrû ye.

Di rewşeke wiha de divê xwe birêxistin bikin û dagirkeran ji herêmê paqij bikin.

Têkoşîneke li hemberî dagirkeriyê meşrû û pîroz e, divê herkes piştgirî bidê.

Divê Rûsya jî, DYA jî û Ewrupa jî piştgirî bide vê têkoşînê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv