Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mustafa Karasu: Dîroka dewleta Tirk herwiha dîroka cînayetên veşartî ye

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
DÎROKA DEWLETA TIRK HERWIHA DÎROKA CÎNAYETÊN VEŞARTÎ YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu têkiliya di navbera dewlet û mafyayê de ji ajansa nûçeyan a Firatê ANF’ê re nirxand.

Ev têkilî bi mikurhatinên ji serkêşê mafyaya tirk Sedat Peker careke din ketibûn rojevê.

Karasu destnîşan kir ku koka vê qirêjiya dewletê heta osmaniyan û avakirina komara nû ya tirk diçe:

Bi Peymana Lozanê sînorên Tirkiyeya nû hatin diyarkirin.

Ev di heman demê de peymana erêkirina Qirkirina Kurdan bû.

Piştî Qirkirina Ermeniyan dewleta tirk îcar berê xwe da Kurdan.

Bi şerekî qirêj pîlan kir Kurdan jî qir bike.

Mustafa Karasu mînaka Terteleya Dersimê jî da û wiha dewam kir.

Polîtîkaya bidarvekirina pêşengên kurdan weke rêbazek bû.

Lê weke Terteleya Dersimê pêkanînên weke qirkirina topyekûn jî hatin meşandin.

Dîroka dewleta Tirk li ser vî esasî dîroka komplo û cînayetan e.

Divê were zanîn ku ji sedî 95’ê kuştinên nediyar faila wan dewlet e.

Mustafa Karasu destnîşan kir ku piştî dewleta Tirk bû endama NATO’yê bi tifaqa dewletên Rojava re jî entegre bû:

Bi vê tifaqa qirêj polîs û eskeriye hatin revîzekirin.

Daîreya Şerê Taybet, Lijneya Tektîka Seferberiyê yanî kontrgerîla hatin damezrandin.

Di salên 1970’yê de ew li dijî kurd, elewî û çepgiran bi kar anîn.

Bi Darbeya 12’ê Îlonê di şexsê PKK’ê de xwestin Kurdan hemûyan tasfiye bikin.

Piştî Pêngava 15’ê Tebaxê dewleta Tirk bi desteka NATO’yê kontrgerîla jî nû kir.

Pêkanînên salên 1990’î yên li Kurdistanê îcraetên şerê taybet in.

Wê demê ji kesên ev şer meşandin re temînat hat dayîn.

Îro jî heman temînat dane elemanên şerê qirêj.

TÊKILIYA DEWLET Û MAFYAYÊ
KARASU: ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN EV TÊKILIYÊN QIRÊJ DERXISTIN HOLÊ

Mustafa Karasu destnîşan kir ku têkiliyên dewletê yên qirêj ên salên 90’î bi qezaya Susurlukê eşkere bûn:

Qezaya Susurlukê têkilî hemû derxistin holê.

Şirîkên şerê qirêj û taybet deşîfre bûn.

Vê yekê siyaseta tirk hejand.

Her çendî agahî û belge hebûn jî bi ser sedeman ve neçûn.

Sedem ji holê ranekirin.

Rêber Apo digot; şerê li dijî gelê kurd dewletê qirêj dike.

Musafa Karasu serdema desthilata yekem a AKP’ê jî nirxand:

Dewlet lê difikirî ku êdî têkoşîna li dijî PKK’ê bê bandor bûye

AKP’ê xwest bi zimanî îslamî û demokrasiyê Kurdan entegreyê pergalê bike.

Lê PKK’ê bi Pêngava 1’ê Hezîranê pîlanên wan pûç kirin.

Piştî wê polîtîkayên AKP’ê jî guherîn.

Jixwe di sala 2014’an de bi MHP û Ergenekoniyan re tifaq çêkir.

Li hundir û derve bi hemû hêzên qirêj re li ser tinekirina kurdan li hev kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv